‘Emê biçin vegera mîsyona jinan ya dîrokî’

11:42

 


Berivan Sumer / JINHA


WAN – Rojda Oguz banga tevlîbûna 1’emîn Konferansa Jinên Ciwan yên DBP’ê ya ku dê li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amara yê navçeya Xelfetiya Rihayê bê lidarxistin li hemû jinên ciwan kir. Rojda diyar kir ku dê li heber hemû hêzên ku jinên kurd hedef digirin dengê xwe bidin bihîstin û got: “Emê mîsyona jinan ya berî pênc hezar salan vegerînin.”


Meclisa Jinên Ciwan ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê bi duruşma “Em jinên bi rêxistinkirî emê mêtîngeriyê hilweşînin û pêşeroja azad avabikin” dê di 27-28’ê kanunê de li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amara 1’emîn Konferansa Meclisa Jinên Ciwan ya DBP’ê bê li darxistin. Rojda Oguz ya ku ji Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê beşdarî konferansê dibe anî ziman ku ji bo avakirina jiyana azad jin her dem li qadan bûne û dê her dem li qadan bin.


‘Armanca me li hemberî hişmendiya mêran tekoşîn kirine’


Rojda balikşand ser êrîşên AKP, DAIŞ û hemû hêzên mêtîngeriyê ser tevgera jinên kurd û wiha got: “Emê carekedinê li meyîdanan vê bidin bihîstin. Me sê hevalên xwe yên ji aliyê hêzên mêtînger ve hatine qetilkirin ji bîr nekirine û emê ji bîr nekin. Emê li hemberî wan hêzan dengê xwe bilind bikin. Tevgera jinên kurd bi tekoşîna xwe ya zayendî û azadiyê bersivê didin. Ji xwe armanca sereke ya vê tevgerê jî eve. Emê îro dengê xwe li hemberî tacîz, tecawîz û qirikirnên jinan bilind bikin.”


‘Em Amara weke tovê despêkê yê hatî avêtin dipejirînin’


Rojda wiha axaftina xwe domand: “Emê ji bo rexnedana xwe ya li hemberî Arîn Mîrkan û Kader Ortakaya biçin konferansê. Emê alaya Arîn û Kader dewir bigirin û di rêya tekoşîna azadiyê de berdewam bikin.” Rojîn balkişand ser tayîbetî li darxistina konferansê li Amarayê, banga tevlîbûna konferansê li hemû jinên ciwan kir û wiha berdewam kir: “Ji ber em Amara weke tovê despêkê yê hatî avêtin dipejirînin ji ber wê emê konferansa xwe li Amara derxînin. Emê rol û mîsyona jinan ya berî pênc hezar salan vegerînin. Emê pêşengiya xwe ya beriya pênc hezar salan carekedinê dewir bigirin.”


Rojîn wiha pêde çu: “Emê alaya hilberînkarên şoreşê Arîn, Kader, Sakîne, Zîlan, Bêrîntan û gelek pêşengên din yên min navê wan rêz nekirine dewir bigirin û di konferansê de hebûna xwe nîşan bidin. Emê di Konferansa Jinên Ciwan ya Amara de ber bi pêşerojê ve bimeşin. Jinên kurd tekoşînek mezin kirine û nirxên mezin avakirine. Despêkê ev di malên xwe de bi ser xistine. Ji xwe di qadan de ev nîşandane.”


 (zt)