Ji ser sînor bo berxwedêran silava roja 102’emîn
12:01
JINHA
RIHA - Bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê ji roja ku berxwedan destpêkiriye heta niha li gundê Mehser û Miseynterê nobet tê girtin û nobedarên berxwedanê berxwedana mezin ku bû sembola ‘berxwedana rûmeta mirovahiyê’ silav kirin.
Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ket roja 102’emîn. Nobeta li gundê Mehser û Miseynterê ku ji bo Kobanê tê girtin jî didome. Kesên ku li her du gundan nobetê digirin bi çalakiya zincîra mirovahiyê re şervanên YPG-YPJ’ê silav kirin. Dayikên Aştiyê, parlamenterên HDP’ê, astengdar, zarok jî di nav de bi sedan kesî ji bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û piştre jî ji bo piştgiriya berxwedana li Kobanê dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê", "Bijî berxwedana Şengalê" û "Ji Îmraliyê re hezar silav berzkirin” silav kirin.
(zt)

