Delegeya Rojhelat Semîra: JINHA ji bo jinan pir girîng e

14:03

 


Hazal PEKER –Hangul OZBEY – JINHA


HEWLÊR – Delegeya Rojhelat Semîra Selewatî ku li ser girîngiya rojnamevaniya jin a kurd sekinî, wiha got: “Li Tirkiyê wekî ajansa nûçeyan a jinê, JINHA heye. Ev ji bo jinan pir grîng e. Divê li parçeyên din jî hebe. Destpêkê jî divê li başûrê Kurdistanê bê avakirin û pêşxistin.”


Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, di roja sêyemîn de jî, bi mijara ‘Modêla Birêxistinkirina Jinê’ didome. Delegeya Başûr Zaxo Zagros ku axivî, diyar kir ku her çiqas di konferansê de kêmasî hebin jî, wek fikr, nêrînek baş e û wiha got: “Bila komîte bê hilbijartin. Ev komîte di şûna navendê de, Meclîsa Esas hilbijêre. Meclîsa Jinên Kurd, wekî Parlemena Jinên Kurd bila bê avakirin.” Delegeya Bakûr bijîşk Tulay Ozdemîr jî xwest ku ji bo ku têkiliyek çêbibe, komîsyonek bê avakirin. Tulay wiha got: “Bila navê wê, Komîsyona Yekîtiya Netewî ya Kurd be. Bila ji çar parçeyan jin tevlî vê komîsyonê bibin. Em komîsyonê ber bi meclîsbûnê ve bibin.”


‘Divê ajansa nûçeyan a jinê li Başûr jî hebe’


Delegeya Rojhelat Semîra Selewatî ku li ser girîngiya rojnamevaniya jin a kurd sekinî jî, wiha got: “Li Tirkiyê wekî ajansa nûçeyan a jinê, JINHA heye. Ev ji bo jinan pir grîng e. Divê li parçeyên din jî hebe. Destpêkê jî divê li başûrê Kurdistanê bê avakirin û pêşxistin.” Delegeya Başûr Hawran Şêx Ahmed ku li ser navê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistan tevlî konferansê bû jî, hatina jinan a ba hev, mîna xewneke xweş nirxand. Hawran wiha got: “Navenda ku em li ser axivîn, ne weki çarçeve, gerek amadekarî ji bo wê bê kirin. Divê saziyeke plankirina hevkaran hebe. Cihê wê projeyê jî, Kurdistan e. “


Wêne - Kamera: Hazal PEKER - Hangül OZBEY


(ho/hp)