Roboskê: Qetlîama ‘Bêqusur’ û lêgerîna edaletê (DOSYA1)
13:38
3 sal in nobeda edelatê didome
Perîhan Kaya - Bêrîtan Elyakut/ JINHA
ŞIRNEX - 3 sal di ser Komkujiya Robostê de derbas bû. Di vê demê de çi pêk hatin û ji aliyê dewleta dagirker a ku her tim li hemberî gelê kurd komkujî pêk anî ye li Roboskê reweşek cûda neşopandiye.
Li sore komkujiya Roboskê ku 34 sivîl bi balafirên şer yên artêşa tirk ve hatin qetilkirin, 3 sal derbas bûn. Gundiyên ku hatin qetilkirin wekî sûçdar hatin dîtin, tu caran riya edaletê û wijdanê li Roboskê neket. Ji bo komkujiyê veşêrin gelek hewldan hatin kirin. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo komkujiyê berovajî bike got; ‘her kurtajek Uludere ye’ û jin hedef girt û ji serfermandariyê re spasiyên xwe pêşkeş kir. Leşkerên ku qetlîam kirine wekî ‘bêqusur’ hatin dîtin û der barê doza ku hatiye vekirin biryara bêşopandinê hat girtin. Malbatên Roboskê û kurdan li dijî vê qetlîamê peyama ‘Ger em ji bîr biki, bila dilê me hişk bibe’ dan.
Di 28’ê 2011’an de li gundê Roboskê ya navçeya Qilabana Şirnexê, 34 gundî, bi balafirên şer yên artêşa tirk bi hovane hatin qetilkirin. Tenê Servet Encu di vê komkujiyê de bi birîndarî filîtî, hat gund û bûyer vegot. DÎHA’yê di saet 01.52’an de bi sernavê ‘Balafirên şer gundiyan xistin: Nêzî 20 kes mirin’ nûçe pêşkeşî cîhanê kir. Di nûçeyê de hat gotin dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest bidin zêde bibin.
Gundî qaçaxgerî dikirin û dema ji başûrê Kurdistanê vedigeriyan gundê xwe hatin bomberankirin û Servet Encu wiha behsa bûyerê kiribû: “Dema em vegeriyan gund, balafiran bombe barandin. Dema bombebaranê bêhneke tal hebû. Mirov şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. 5-6 kes reviyan xwe li cihekî tat veşartin. Balafiran ew der jî bombebaran kir û hemûyan jiyana xwe ji dest dan.” Gundî çûn cihê qetlîamê û laşê zarokên xwe yên parçe parçebûyî li ber hev kirin û anîn gund. Her çiqas dem derbas bû, derbarê komkujiyê agahiyên zelaltir hatin bi destxistin. Di encamê de 17 jê zarok bi giştî 34 sivîl bi hovane hatibûn qetilkirin.
Çapemeniya kurd demildest ev komkujî ji cîhanê re serwîs kir, lê çapemeniya tirk bi saetan ev nûçe nedît. Çapemeniya tirk ku bûyereke herî biçûk jî wekî nûçeya lezgîn pêşkeş dikirin, lê li hember vê komkujiyê bêdeng man û wekî nûçe nedîtin! Rojek piştî komkujiyê, ango di 29’ê kanûnê, saet di 11:00’an de nûçe serwîs kirin, lê nûçe li gorî daxuyaniya serfermandariyê û îdia hat dayîn.
Rojnameger Can Dundar li hember bêdengiya çapemeniya tirk wiha aciziya xwe anîbû ziman: “Bûyer, şev di saet 11:00’an de pêk tê, lê niha saet 12:00 ye. zêdetirî 12 saet derbas bûne, 30 kes hatine kuştin, lê heta niha serfermandariya giştî daxuyanî nedaye. Dibêjin gundiyên ku qaçaxgeriyê dikin, hatine bombekirin. Piraniya kesên hatine kuştin zarok in. Li ser bûyerê re 12 saet derbasbûne, lê di televîzyonan de wekî nûçe nayê dayîn û ev yek min ditirsîne.”
Piştî ku komkujî hat bihîstin lig elek bajarên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê kurd rabûn ser piyan. Komkujî bi çalakiyan hat lenetkirin. Girtiyên doza PKK û PAJK’ê daxuyanî dan û gotin dê greva birçûbûnê bidin destpêkirin.
Ji Serfermandar re spasî kir
Piştî komkujiyê bi 12 saetan artêşa tirk ev daxuynî da: “Jiber ku ev herêmeke ku ji aliyê terorîstan tê li kar anîn û bi şevê li ser testpîtkirina tevgerîneke ku ber bi sînor ve dihat ev mijar hat nirxandin û saet di navbera 21.37 û 22.34’an de ji aliyê halafirên şer ve herem hatiye topbarankirin.” Li ser vê yekê Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê yê wê donemê Huseyîn Çelîk got: “Qileban qezaya operasyonê ye.” Tayyîp Erdogan jî got: “Ji ber hesasiyeta vê mijarê ez spasiya Serfermandarê Giştî û qedemeya komîteyê dikim.”
Rêxistinên mafên mirovan ji vê komkujiyê re çi gotin
ÎHD û MAZLÛMDER’ê heyetek ava kirin û li herêmê lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de raporek aşkera kirin ku ev komkujiye. Ji bo komkujiyê lêlolîn bike TBMM'yê jî komîsyonek avakir. BDP’ê jî ev komkujî bir Dadgeha Ceza ya Naneteweyî.
Biyara bêşopandina dosyayê
Komîsyona TBMM’yê ya Lêkolîna Mafê Morovan di rapora ku amade kir de da zanîn ku di buyerê de tiştekî qasit tune. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî di hezîrana 2013’an de biyara bêpêywirdariyê da û dosya ji Dozgerê Leşkerî yê Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk re hat şandin.Dozgeriya Leşkerî jî di 7’ê çileya 2013’an de biyara: “Hêzên leşkerî û artêşa tirk li gorî biryara ku ji TBMM’ê û Lijneya Wezaretê derketiye tevgeriyane.” Li ser vê yekê biryara bêşopandinê da. Li ser vê biryarê parêzeran doz birin Dadheha Bilind.
Gef li Roboskiyan hat xarin
Li hemberî vê biryarê gelê kurd û malbatên robaskiyan bertek nîşandan . Dîsa ji aliyê artêşa tirk ve jî zext li hemberî malbatan zêde dibûn. Di salvegera komkujiyê de ji bo bernameyê bên li daxistin vala bê derxitin Fermandariya Şirnexê û Fermandariya Tugaya Gulyaziyê bi hin derdorên wekî keyayên gundan û sercerdevanan re rêze civîn li darxistin. Armanc ji van civîna ew bû ku bermanme 28’ê Kanûnê vala bê derxistin.
Lêpirsîn der barê kesên ku ji komkujiyê xelesbûn hat vekirin
Der barê komkujiyê de ji aliyê hikûmetê ve lêborîn nehat xwesitin. Di ser de der barê kesên ku ji komkujiyê sax rizgar bûne de jî lêpirsîn hat vekirin. Wekî ku bêje “Çima hûn nemirine”. Dîsa li wan cezayê girtîgehê û cezayê pere hat birîn.
Komele hat vekirin
Piştî komkujiyê her roja pêncşemê malbatên Roboskê çûn ser gorên zarokên xwe çalakiya daxwaza edaletê kirin. Dîsa malbat û aktivîstên aştiyê “Komeleya ji bo Robaskê Edalat, ji bo Cîhanê Aştî” vekirin.
Halîl Savda ji Roboskê heta Enqeriyê meşiya
Ji bo piştgiriyê Redkarê Wijdanî Halîl Savda, bi daxaza cîhaneke bê şer û pevçûn di 1’ê Îlona 2012'an Roja Aştî û Cîhanê de ji Roboskê heta Enqerereyê dest bi meşê kir. Halîl, di 40 rojan de hezar û 300 kîlometre meşiya. Dîsa gelek derdorên din jî piştgirî dan vê malbatên Roboskê.
Nobeta ji bo Roboskê Edalet
Di 27’ê hezîranê de bi pêşengiya KCD’ê saziyên sivîl ên civakî li gundê Roboskê “Ji bo Roboskê Nobeta Edaletê” dan dest pêkirin. Ji Amed, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Colemêrg û Şirnex û navçeyên wê gel hatin Roboskê.
Dayikan leşkerên ku zarokên wan kuştubûn rizgar kirin
Di 21’ê tebaxê de malbatên Roboskiyê çûn hawara leşkerên ku wesayîta wan qelibîbûn û leşkerên di qezayê de birîndar bibûn rizgar kirin. Bi rojan ev hat nîqaşkirin ku ev çi mirovatiyek mezine. Lewra dayikan leşkerên ku zarokên wan kuştubûn rizgar kirin.
Mîran Encu jiyana xwe ji dest da
Di bîranînên 2’yemîn Salvegera Komkujiya Roboskê Mîran Encu qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Mîran Encu ya 41 salî xisma kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bû.
Sibê: Jinên k udi komkujiyê de xizmên xwe winda kirine: Me tu carî ev êş ji bîr nekir.
(aw)

