Roboskê: Qetlîama ‘Bêqusûr’ û lêkerîna edaletê (DOSYA 2)
13:48
‘Di her salvegerê de cerek din em zarokên xwe defin dikin’
Berîtan Elyakut-Perîhan Kaya/JINHA
ŞIRNEX - Malbatên 34 welatiyên di Komkujiya Roboskê de bi awayekî hovane hatin hatin qetilkirin di 3’yemîn Salvegera Komkujiyê de serpêhatiyên xwe vogotin û wiha gotin: “Di her salvegerê de cerek din em zarokên xwe defin dikin.”
Di ser Komkujiya Roboskê ya ku 17 jê zarok 34 welatî ji aliyê balafirên şer ên dewleta tirk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin de 3 sal derbas bûn. Di ser de ji aliyê desthilatdariya AKP’ê û rayedarên dewletê ve kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan wekî sûcdar hatin tewanbarkirin û qet makanîzmayeke edaletê neket dewreyê. Welatiyên Roboskê li aliyekî lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, li aliyê din jî ew êşa komkujiyê wekî roja qewimiye hêj germ û di dilê xwe de dijîn. Li Roboskê piştî komkujiyê dawet çê nabe û cejnên xwe jî li goristanê derbas dikin. Jinên roboskiyê jî gotin ku ew tu carî vê êşê ji bîr nakin. Jinên ku dixwezin kujerên zarokên wan bên darizandin wiha gotin: “Di her salvegera komkujiyê de em zarokên xwe ji nû ve defin dikin. Hêj berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin. Dê her tim destê me di beskura dewletê de be.”
Piştî komkujiyê her roja pêncşemê malbat diçin ser goristanê û li edaletê digerin. Ji roja komkujiyê û vir ve jinên roboskiyî kincên reş girê didin. Malbatên qurbaniyên komkujiyê serpêhatiyên xwe vegotin.
'Min parçeyên laşê kurê xwe jî nedît’
Dayika Bedran Encu yê 13 salî Sabriye Encu: Kurê min ji bo alikariya bavê xwe qasipkarî dikir. Bedran dema ku ji dibistanê hat malê hêstirên xwe amade kir û birê ket. Li ser hêstiran cenazeyê kurê min yê parçebûyî ji me re hat. Min parçeyên laşê kurê xwe jî nedîtin. Dê kurê min rojek din çûbana dibistanê. Ji bo amadekariya dibistanê ev kar dikir. Bedran hem ji bo malê hem jî ji bo xwuşk û birayên xwe dibû alîkar. Jiyaneke wî ya di navbera mal û dibistanê de hebû. Dema ku mi ew didît ez pê dilşa dibûm. Dema kurê min saxbû em pir kêfxweşbûn. Niha ez wêneyên hevalên wî yên dibistanê dibînim. Jiyana min ser û bin bûye. Ji bo min tu wateya rojek xweş û cejnekê jî nema ye. Ji bo du metere mazot zarokên me hatin qetilkirin. Heta niha Erdogan û berpirsyarên komkujiyê nehatine darisandin û ev komkujî nehatiye zelalkirin. Xwestin ser komujiyê bigrin. Ji ber vê yekê jî xwestin tazmînatê bidin me. Em ê çi bikin ji tazmînatê? Piştî ku kurê min hat kuştun ez ê çi bikim ji pereyan. Ez hêj kincên kurê xwe vedişêrim. Kurê min hêj zarokekî 13 salî bû. Ez dixwazim kujerên kurê min û vê komkujiyê derkeve holê û bê darizandin. Ez hêj telefona, cil û tizbiya ku kurê min bi kar dianî vedişêrim ji bo karibim li vê dinê bêhna xwe bidim û bistînim.
‘Piştî wê ez baş nebûm’
Birayê Bedran Seyhan Encu ê ku ji qetilkirina birayê xwe gelekî bi bandor bû wiha axivî: “Ez piştî qetilkirina wî nexweş ketim. Min dest ji dibistanê berda. Dema ew hebu me bi hev re taştê dixwar û em diçûn dibistanê. Ez niha nexweş im û min dest ji dibistanê berda ye. Ew kêfxweşiya mala me bû. Bavê min ji ber teqîna mayînê lingekî xwe û pênc tiliyê destê xwe winda kir û ji ber wê nikare bixebite. Bedran ji bo alîkariyê bide bavê min û biçe dibistanê ev kar dikir. Di piyê me de pêlava ku em pê biçin dibistanê jî tune bû. Kekê min hem ji bo li me û hem jî li bavê min mêze bike karê qaçaxçitiyê dikir. Heke bavê min bikaribûya bixebitiya dê ev bi vî şeklî nebûya.
‘Emrê wî di 22’yan de ma’
Dayika Selam Encuyê 22 salî Semîra Encu: Tenê gunehekî me heye ew jî em kurd in û bi kurdî diaxivin. Her roj êşa me zêdetir dibe. Edaleta ji komkujiya Roboskê tune. Min zarokê xwe di nava feqîrî û belengaziyê de mezin kirin. Min dixwest deweta kurê xwe bikim. Xeyalên wî hebûn. Lê emrê wî di 22 salan de ma. Hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk xeyalên me rûxandin. Êdî tu tiştekî me nema. Êdî li gund ne dewet û nejî cejin tên kirin, cejin li goristanê derbas dibin. Heta darizandin pêk neyê em dê rihet nebin.
Dayika Ozcan Uysalê 17 salî Turkan Uysal: Kurê min dê piştî 3 rojan biketa 18 saliya xwe. Di ser salê de rojbûna kurê min bû. Ji bo 50 lîreyî ev êş bi me dan kişandin. Kurê min sax çû Iraqê lê di hundurê torbeyekî de li me hat vegerandin. Çi mafê vê dewletê hebû ku zarokê me qetilkirin. Ev sê sal in ku em di şînê de ne. Dilê 34 dayikan bi êş e û di şînê de ne. Tenê ji me re şîn û girîn hiştin. Ev rê ne riya qaçaxvaniyê ye. Her roj mirov tên û diçin. Di ber çavên leşker û mirovan re her roj mirov tên û diçin.
'Em li benda darizandina bersûcan in’
Hevjîna Osman Kaplan Pakîze Kaplan: Em her dem li televîzyonê temaşe dikin dê kêngê ev komkujî bê zelalkirin û dê bersûc ben cezakirin. 5 zarokên min hene apê wan li wan mêze dike. Em her rojên pêncşemê diçin goristanê. Zarokê minî herî mezin 12, yê herî piçûk jî 8 salî ye û hemû jî dixwînin. Zarok bi mere tên goristanê. Zarokên min pirsa bavê xwe dikin. Zarokekî minî astengdar heye. Ji xwe zarokê minî piçûk bavê xwe nas nake. Dema kalê xwe dibîne ji wî wetrê bavê wî ye. Dema hevjînê min jiyana xwe ji dest da kurê min di zikê min de yek mehî bû. Tenê ew roja ku kumkujî pêk hat çû û careke din venegeriya malê. Em dê dest ji vê dozê bernedin.
Dayika Karker Encu Fehîme Encu: Heta niha ne dewletê û ne jî Erdogan tu tişt dernexiste holê. Di her sersalê de Tirkiye ser salê pîroz dike em di şînê de ne. Cîhanê jî bîdîn me dê êşa zarokên me bi me nedin ji bîrkirin. Êdî bes e bila zarokên kesî neyê kuştin.
'Em di her ser salê de ji nûve zarokên xwe defin dikin’
Dayika Vedat Encu Mercan Encu: Min 3 sal bi nexweşî û êşê derbas kir. Em di her sersalê de ji nûve zarokên xwe defin dikin. Ji salvegera komkujiyê re çend roj man, lê lingê min nagirin ez biçim goristanê. Her cara ku ez diçim goristanê wekî ku ez ji nû ve kurê xwe defin dikim. Ev 3 sal e li Tirkiyeyê tu deriyê ku me lêneda nema, lê Erdogan hemû derî li rûyê me girtin. Erdogan bi vê yekê bersûcan ji me vedişêre. Dê ev buyer neyê veşartin. Em bimirin jî dê zarokên me, nebiyên me vî hesabî jî wan bipirsin. Pêvajoyeke aştiyê ya bi vî şeklî nabe. Ji hêlekî ve tang, top, qereqol, ji hêlekî ve jî ‘em aştiyê dikin’ nabe.
Sibê: Rojek li Roboskê
(aw)

