Ji Halkevlerî ji bo Kobaniyan alîkarî
13:51
JINHA
RIHA - Navenda Giştî ya Halkevlerî ji bo penaberên Kobanê alîkarî komkirin û anîn Pirsûsê.
Navenda Giştî ya Halkevlerî ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê alîkarî komkirin û bi TIR'ê anîn Pirsûsê. Alîkarî ji zexîre, beteniye, sol û hewcehiyên din pêk tê. Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy piştî alîkarî teslîmî peywirdaran kir bi Parlementera Wanê Aysel Tugluk, Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan û peywirdarên komîteya têkîliyan re li Navenda Çand û Hunerê ya Amara hevdîtinek li dar xistin. Seroka Gişte ya Halkevlerî Oya Ersoy di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku Halkevlerî her tim li cem berxwedana Kobanê û şerwanên YPG-YPJ'ê ye.
Oya da zanîn ku li Kobanê berxwedaneke bêhempa heye û wiha got: "Em berxwedana Kobanê silav dikin. Divê her kes li hemberî van çeteyan raweste. Tirk, elewi, çerkez, laz, ermenî, erep tenê ne kurd herkes divê piştgiriyê bide gelê Kobanê. Êrîş tenê li hemberî gelê Kobanê û Kobanê nîn e li dijî hemû mirovahiyê ne. Divê em hemû hişyar bin û li hembeîr van dagirkeran têkoşînê bikin. Em her tim li cem welatiyên Kobanê ne.”
(kom/zt)

