Ji xwendekaran banga ji bo alîkariya welatiyên Kobanê û Şengalê

09:25

 


Perihan Kaya-Beritan Elyakut/JINHA


ŞIRNEX – Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê ji bo Şengalî û Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar mane cîh û warên xwe terikandine dest bi kampanyeya alîkariyê kirin. Hevseroka Konseya Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê Bîşeng Altay banga tevlîbûna kampanyayê li hemû xwendekaran û gelê Şirnexê kir.


Ji bo pêdiviyên zarokên Şengalî û Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar mane cîh û warên xwe terikandine û hatine herêmê yên bi malzemeyên xwendinê xwendekarên Zanîngeha Şirnexê dest bi kampanyeya alîkariyê kirine. Ji bo xwendekar bikarin li gora pêdiviyên zarokan malzemeyan berhev bikin dê li zanîngehê standê vekin. Hevseroka Konseya Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê Bîşeng Altay da zanîn ku şerek tê meşandin mexdurên sereke yên vî şerî jî jin û zarokin. Bîzeng destnîşan kir ku ji ber wê jî kampanyeya wan tayîbetî girêdayî pêdiviyên zarokanin û wiha got: “Di stantê de jî tayîbetî pêdiviya me bi tiştên bi kêrî zarokan bê heye. Ji bo pêdiviyên weke mama, bezê zarokan, bîberon û kincên zarokan ew ji hemû xwendekaran baldariyê dexwazin. Ji bo kul i gorî pêdiviyên kampanyayê em bikarin tevbigerin em ji rektora zanîngehê û Walitiyê re daxwazname nivîsî.”


‘Çî ji destê me bê emê bikin’


Bîşeng bilêv kir ku dê kampanya 2 mehan berdewam bike û wiha domand: “Emê bi destê xwe alîkariya bê komkirin li welatiyên pêdiviya wan bi alîkariyê heyî belav bikin. Ji ber em weke xwendekar di ferqa wê hovîtiya bi serê wan hatî denin û ji bo em di kur de êşa wan hîs bikin em dixwazin karek wiha bikin.”


‘Emê weke temaşevanên şerê li Rojava tê meşandin nemînin’


Bîşeng derbirî ku li Rojava êrîşên der mirovane hene ser gel û emê her dem li hember van êrîşan li gel Rojava bin û wiha berdewam kir: “Kêmek jî be me dixwazin hinek birînên wan bipêçin. Ji ber sedema şer bi sed hezaran mirovan cîh û warên xwe terikandin. Heya niha tê gotin ku ji jin, zarok kalan bi giştî 150 hezar hatine li herêmê û Tirkiyê bi cîh bûne. Ji bo ku em di vî şerî de weke temaşevan nemînin me dest bi vê kampanyayê kir û em ji bo baş rêvebirina kampanyayê alîkariyê ji hemû xwendekaran dixwazin.”


Bîşeng axaftina xwe wiha domand: “Bi her awayî alîkarî kirina welatiyên xwe yên li Rojava bi lehengiyek mezin li ber xwe didin peyîwira meye. Ji ber wê jî divê demek ji ya dinê zutir hemû xwendekar bi vê berpirsyariyê tevbigerin û ji bo baş rêvebirina kampanyayê ya pêwîst bikin.”


 (zt)