Karkera bi navê Medîne ji traktorê ket û jiyana xwe ji dest da

10:06

 


JINHA


AYDIN - Welatiya bi navê Medîne Çelepkolu ya li Germencikê bi karkeriya çandiniyê debara xwe dikin, di dema bi traktorê dihat malê ji traktorê ket û jiyana xwe ji dest da.

Welatiya bi navê Medîne Çelepkolu (34) ya dayika 5 zarokan ji bo debara xwe li zeviya zeytûnan kar dikir di dema bi traktorê vedigeriya mala xwe li Yelil Tepê denga xwe winda kir li erdê ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî Çelepkolu li erdê ket dibin tekeleyê traktorê û bi giranî birîndar bû. Medîne rakirin Nexweşxaneya Aydin Ataturkê. Tevî hemû mudaxeleyan Medîne jiyana xwe ji dest da. 

Lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin dewam dike.

(zt)