Bernameyê bîranîna Roboskiyê diyarbû
10:43
JINHA
ŞIRNEX - Bi armanca salvegera siyem a qatilamê Roboskiyê amedekariyên çalakiyên bîranînê bi dawî bû.
Li gondê Roboskiyê ya navçeya Qilabanê a Şirnexê, 28'ê kanûna sala 2011'an balafirên şer ên girêdayî TSK'ê 34 welatî qetil kiribû. Li ser vê yekê çalakiyên bîranînê bi dûrişmeya "Ji bo adeletê li Roboskiyê" amadekarî bi dawîbûn. Ji çalakiya bîranîna ku bi deh hezaran mêvan wê beşdar bibe bernameya hatiye amede kirin aşkere bû. Serokê Roboskî- Derê Velî Encu di çarçoveya çalakiyên dê ji qirkirinê bên kirin de wiha got: "Dê roja 28'ê kanûnê di saet 11.00'an de heya goristanê meşek were li darxistin. Em bang li hemû STK yan û gelan dikin ku, di tekoşîna me ya adeletê Roboskiyê û bi armanca salvegera siyem a qatilamê me bi tenê nehêlin. Bila tevlî tekoşîna me bibin û deng bidin dengê me."
Çerçoveya bernamê bi vî awayi ye, 27'ê kanûnê dê walatî li gond bên pêşwazî kirin, 28'ê kanûnê ji bo welatiyên ku di qatilamê de jiyana xwe ji dest dane, wê meşek girseyî heya goristanê were li darxistin. Piştî çalakiya bîranînê ya li goristanê wê li taxa Şantiyê li ba Roboskî- Derê nûnerên civaka sivîl ên DBP, HDP, HDK û KCD, wê axaftin ji bo rojê bikin.
(rt/zt)

