Gel bi hesreta Apê Nemir e, ew jî bi hesreta Kobanê ye
10:52
JINHA
RIHA - Yek ji sembola berxwedana Kobanê Xelîlê Osman (Apê Nemir) tevî temenê xwe yê mezin 4 caran hat birîndarkirin. Apê Nemir li gundên berxwedanê ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê.
Yek ji sembola berxwedana Kobanê Xelîlê Osman (Apê Nemir) tevî temenê xwe yê mezin bi du zarokên xwe re li di çeperên herî pêş li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir û 4 caran birîndarbû û cara dawî ji bo dermankirinê hat Pirsûsê. Apê Nemir yê 67 salî bi rewşa xwe ya birîndar ji bo nêzî hevalên xwe yên di berxwedanê de be ji gundên berxwedanê venaqete.
Çalakiyên li ser sînorê li gundê Mehser û Miseynterê bê navber dewam dike. Apê Nemir yê li ser sînor ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê. Apê Nemir tevî di destê wî de platîn heye her dem dibêje şerê di nivî de hiştiye ew ê biçe bidomîne. Bi sedan welatiyên li gundên nobetê ji bo bi Apê Nemir re wêne bikêşin dikevin pêşbirkê, lê belê çav, guh û dilê Apê Nemir ji bo Kobanê lêdide.
(zt)

