Xwendekara lîsê ji aliyê 3 kesên bi çek ve hat revandin
11:57
JINHA
MÊRDÎN – Li navçeya Dêrika Mêrdînê xwendekara lîseyê ya pola dawiyê H.Ç dema ji dibistanê derket ji aliyê 3 kesan ve bi zorê hate revandin.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê xwendekara bi navê H.Ç ya Lîseya Pîşeyî ya Keçan de dixwand dema ji dibistanê derket ku biçe mala xwe ya li Taxa Burçê ye 3 kesan pêşiya sewîsê girtin û û ew revandin. Bûyera ku di saetên êvarê de qewimî de 3 kesan li Taxa Gundikê Jorîn pêşiya serwisa ku xwendekaran dibin li Taxa Burçê ya Dêrikê girtin. Li pêş çavên ajokar û xwendekaran xwandekara bi navê H.Ç bi zora çekê û derbkirinê ji wesayitê peya kirin. Her sê kesên ku H.Ç bi zorê wesayita xwe swar kirin bi lezgînî ji cihê bûyerê dûr ketin. Li ser îxbara ajokar û xwendekaran wesayita ku H.Ç revand li ketina Wêranşara Rihayê de ji aliyê leşkeran ve hate sekinandin. Kesê bi navê Resul Oruç ê 21 salî ku di wesayitê de bû hate binçavkirin û H.Ç hate rizgarkirin. Piştî îfadeya H.Ç hate girtin radestî malbata wê hate kirin.
(zt)
