Ji xwendekaran bo LGBTİ yan pêşnûmeya 'Keskesorê'

13:01

 


JINHA


ÎZMİR - Xwendekarên zanîngeha Egeyê,ji bo LGBTİ yan pêşnûmeya bi navê 'Keskesorê' dan despêkirin.Pêşdebira  pêşnûmeyê Sena Yaprak Ozdemîr da zanîn ku armanca vê pêşnûmeyê ewe ku cudahiyê bi afrîne.Sena her wiha diyar kir ku,ji vê pêşnûmeyê gelek encam girtine û piştî vê pêşnûmeyê dê tekoşîn di keseyetên LGBTİ de hîn zêdetir pêşbikeve.


Xwendekarên Refa 2'emîn a Beşa Derunasiyê ya Zanîngeha Egeyê,ji bo pîvana nêrîna LGBTİ yiyan pêşnûmeya bi navê 'Keskesorê' dan despêkirin.Pêşnûmeya ku wê 6 heftiyan dewam bike, bi waneyên pratîk xizmetên civakê bikin û bi rengên cûda li kampûsê xebat hate despêkirin. Di çerçoveya pêşnûmeyê de xwendekaran broşura bi navaroka "Homofobî nexweşiye, ne hevezayendiye" hate belav kirin û ji bo pêvanê nêrîn derbarê kesên LGBTİ'ê  roportajê  di nava kampûsê de hate girtin. Di heman demê de xwendekaran bi tevlîbûna  endamên komeleya Siyah Pembe Uçgen ya Îzmirê Yavuz Çingoz û Ozan Unlukoç derbarê mijarê de axifî. Endama pêşnûmeyê Sena Yaprak Ozdemîr jî bal kişand ser wetaya afradina cûdahiya pêşnûmeya 'Keskesorê'


'Armanca me cûdahî avabikirine'


Sena anî ziman ku, bi vê pêşnûmeyê ew armanc dikin endamên LGBTİ'yê nêrînê wande korahiyê avabikin û wiha got: "Pêşnûmeya ku bi karê malê hate despêkirin di serî de bi gomanê not girtinê nêzîkatî pêşket.Lê belê piştre bi piştgiriya komeleya Siyah Pembe Uçgenê re,ji van gûmanan rizgar bûn û hîn zêdetir cûdahî avakirin hate armanc kirin." Sena diyar kir ku gelek kes hîna wateya LGBTİ'yê nizane û wiha dom kir: "Dema ku me wateya LGBTİ'ê ji wanre vegot,pêşdeçûnek erînî pêşket." Sena her wiha da zanîn ku ev pêşnûme gelek alîkarî daye wan û piştî pêşnûmeyê jî ewê weke kes hîn zêdetir  tevlî tekoşîna LGBTİ'ê bibe.


Pêşnûmeya ku heftaya bê li zanîngeha Fakulteya Wêjeyê ya Egeyê despêbike,wê bi fîlma "Ez û Nurî Bala" bi dawî bibe.           


(rt/zt)