VAKAD'ê rapora şidetê ya sala 2014’an ya Wanê diyar kir

15:08

 


JINHA


WAN – Komeleya VAKAD'ê rapora sala 2014’an ya Wanê diyar kir. Girêdayî raporê Endama Komeleyê Zozan Ozgokçe da zanîn ku ji sedî 63’ê jinên ji ber sedemên cuda cuda serî li komeleyê dane di temenê biçukiyê de bi zorê hatibûn zewicandin. Zozan anî ziman ku di demên dawî komkujiyên li dijî jina pêk tên bi rêbazê rêxistina terorê ya DAIŞ'ê yên serjêkirinê zêdebûne.

Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ê daneyên kesên di nava sala 2014'an de serî li wan dan bi civîna çapemeniyê ya li a Otela Akdamarê aşkera kirin. Rêvebera VAKAD'ê Zozan Ozgokçe rapora amadekirin nirxand û diyar kir ku di nava sala 2014'an de gelek jinan serî li wan dan û piraniya jinan Afan, Suriye, Îran û Iraqî bûn. Zozan anî ziman ku jinên serî li komeleya wan dan piranî ji ber rewşa aborî û ji ber rewaş bê nasnametiyê serlêdan kirin. Zozan bilêv kir ku di nava salê de 342 jinan serlêdan kiriye, ji van jî 179 jinên Tirkiyê, 163'ê kesên penaber bûn û wiha got: “Ji jinên hatin navenda me ji sedî 53.6 zewaca fermî, ji sedî 19.5 nezewicî, ji sedî 10 yên hatin berdan, ji sedî 6.2 hewî û ji sedî 4.5 yên zewaca bi olî bûn."

'Herî zêde jin rastî şideta fîzîkî tên'

Zozan jinên serlêdan kirin temenê wan jî aşkare kir û ji jinan ji sedî 61'ê di temenê 12-35, ji sedî 32-35 jor de ne û wiha axivî: “Jinên serlêdan kirine ji sedî 59 bi şêwazê xwezgînî, ji sedî 12 bi heskirî, ji sedî 1 zewaca berdîl hatiye kirin. Dîsa ji sedî 62 di temenê 11-17, ji sedî 34 jî temenê 18-25, ji sedê 4 jî di temenê 26 zewac kirine. Ji van jinan jî sedî 48 xwendin û nivîsa wan nîne û ji sedî 4'a wan jî dahata wan nîne. Ji sedî 67'ê ewlehiya wan ya civakê nîne. Ji sedî 31 jî fîzîkî, ji sedî 30 jî gotinî, ji sedî 26 aborî, ji sedî 12 jî rastî dest dirêjî û şidet hatine. Ev jinên din jî sedî 86 ji hevser û malbata hevserê xwe rastî şidetê hatine."


Zozan balkişand li ser komkujiyên jinan ên demê dawî yên li Wanê pêk tên û anî ziman ku her roj jin tên qetilkirin bi taybet di demên dawî de komkujî bi rêbazên çeteyên DAIŞ'ê yên weke serî jê kirin û bi awayek hovane tên qetilkirin.

(zt)