Pirtûkên despêk gihêşt Pirtûkxaneya Kader Ortakaya

16:03

 


JINHA


RIHA - Pirtûkên ku ji Pirtûkxaneya Kader Ortakaya ya ku li gundê Miseynterê hatibû rêkirin,di refan de hatin rêzkirin.


Bi armanca temambûna 100 roj a berxwedana Kobanê,li gundê Miseynterê Pirtûkxaneya Kader Ortakaya a ku dema dixwest derbasî Kobanê bibe û ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû qetil kirin hate vekirin.Li gel vê yekê welatiyên li Stenbolê jî, ji bo piştgiriyê bidin Pirtûkxaneya Kader Ortakaya dest bi kampaniya komkirina pirtûkan hat kirin.Di encama piştgiriyê de şevê din nêzî 200 pirtûkên ku hatibûn berhev kirin gihiştin gondê Miseynterê û di pirtûkxanê de li gorî beşên xwe hatin rêz kirin.


Kumeta dîrokî a ku ji aliyê çalakvanên nobetê ve hatiye tamîr kirin û zivrandine Mûzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya wê weke bîranîna berxwedana Kobanê ji neslê nû re bibe mînakek herdemî. Her roj bi 10'an mêvan serî li pirtûkxanê didin.


Berpirsyarê Pirtûkxanê Rifat Horoz jî diyar kir ku, ji bo  kesên dixwezin piştgiriyê bidin Pirtûkxaneya Kader Ortakaya, dikarin pirtûkan rêkin gundê Miseynter a Pîrsûsê an bişînin Şeredariya Pîrsûsê ewê bigêje destê wan.


 


(rt/zt)