Jinên Silopyayê hînî xwendin û nîvîsîna kurdî dibin
09:28
Şêrîn Hiso/ JINHA
ŞIRNEX - Şaxa KURDÎ-DER a Silopî kursên xwendin û nivîsandinê yên taybet ji bo jinan vekirine. Mamoste Zivistan Fîdan ya li KURDÎ-DER'a Silopî perwerdê dide diyar kir ku dema jin hînî xwendin û nivîsînê dibin zêdetir ji xwe bawer dibin û wiha got: "Em bi van kursan rola jinê ya resen di civak û malbatê de bi wan didin hîs kirin. Armanca me ne tenê fêrbûna xwendin û nivîsamdinê ye."
Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (KURDÎ DER) a navçeya Silpya ya Şirnexê ji bo jinên xwendin û nivîsandinê nizanin kursa zimanê kurdî vekiriye. Jinên navçeya Silopî elaqeyek mezin nîşanî van kursan didin. Ji mamostayên KURDÎ DER a Silopiyayê Zivistan Fîdan da zanîn ku heta niha wan kursek bi dawî kirine û dê her dem kursên bi vî awayî berdewam bikin.
'Baweriya jinan bi wan zêde dibe'
Mamosta Zivistan bi bîrxist ku di dema bûrî de derfeta fêrbûna xwendin û nivîsandinê ji jinan re kêm bû, ji bo pêşxistina jinan wan kursên xwendin û nivîsandinê dane despêkirin û wiha domand: "Jinên ku tevlî kursên fêrbûna xwendin û nivîsandinê dibin, baweriya wan roj bi roj bi wan zêde dibe. Di vê dema dîrokî de kesên nizanin xwendin û nivîsandinê weke kesên çavgirtî dijîn. Dayîkên ku di van polan de perwerde dibin, êdî dikarin zarokên xwe jî perwerde bikin. Di heman demê de ev perwerde bandorek erênî ser derûniya wan jî dike."
Zivistan destnîşan kir ku bi riya van kursan ew hewil didin rola jinan ye giring bi wan bidin hîskirin. Zivistan bilêv kir ku rola jinan ne tenê karê malê û şiştina firaxa ye û wiha got: "Perwerde di malê de destpêdike. Rola dayîkê di malê de rola herî giringe. Dema ku dayîk bi xwe karibe zarokên xwe perwerde bike encamên baştir derdikevin holê. Di heman demê de bi van helwestan dayîk dibin parazvanên sereke yên parastina zimanê kurdî ji bişaftinê jî. Peywira jinê ne tenê karê malê ye, divê ev hişmendî êdî ji nava civakê rabe. Pirojeya me ew e ku em xwe bigînin jinên qet bi armanca fêrbûna xwendin û nivîsandinê ji mal derneketine û wan tevlî van kursan bikin."
'Perwerdekarê yekem di jiyana zarokan de dayîk e'
Ji jinên di kursê de hînî xwendin û nivîsandinê dibin Meryem Ukmen jî diyar kir ku ew qet ne çûye dibistanê û fêrî xwendin û nivîsandinê ne bûye. Meryem destnîşan kir ku dema ku Şaxa KURDÎ DER'a Silopî dest bi kursên fêrkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî kir ew jî hatiye tevlî bûye. Meryem anî ziman ku jinên dest bi kursê kirin destpêkê nikarîbûn bixwendana û binivîsandana û wiha berdewam kir: "Piştî ku me kursên xwe yê asta yekemîn qedand êdî hemû şagirtên jin fêrî xwendin û nivîsê bûn." Meryem bang li hemû jinan kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û wiha axivî: "Divê êdî jin zarokên xwe bi zimanê kurdî perwerde bikin. Teşeya kesayeta zarokên xwe bi kurdî ava bikin. Ji ber her demê perwerdekarên yekem di jiyana zarokan de dayîk e, ji ber wê jî divê dayîk jî xwe ji bo vê peywirê perwerde bike."
(şh/zt)

