'Bav û birayên zarokên min şervanên YPJ/YPG'ê ne'
09:52
JINHA
RIHA - Dayika 5 zarokan a bi navê Xanim Osman (31), piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kantona Kobanê kir bi zarokên xwere koçî Pirsûsê kir. Keça Xanim, Şervana YPJ'ê Dilava Osman (Bêrîtan Tolhildan) ji bo welatê xwe li dijî çeteyan biparêze jiyana xwe ji dest da. Dayik Xanim got, "Dema Dilava tevlî YPJ'ê bû jî ez kêfxweş bûm. Min got, 'Ez tevli nebûm, bila keça min tevli bibe.' Dilava ji bo welatê xwe li dijî çeteyên hovane têkoşiya. Serê min bi keça min her tim bilind e. Dilava xewnê min bi cih anî."
Bi deh hezaran malbatên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine Pirsûsê, li konbajar û gundan bi cih bûne. Bi şev û roj çav û guhên wan li benda mizgîniya azadiya Kobanê ne. Berxwedana YPG/YPJ'ê bûye hêviya welatiyên Kobanê yên li benda vegera axa xwe ne. Ji ber çanda berxwedanê ya pêşketiye dayik û bav zarokên xwe li pey xwe dihêlin û tevli şer dibin. Ji van malbatan yek jî malbata Osman ên ji Kobanê hatine Pirsûsê û di konbajarê Rojava de bi cih bûne. Dayika 5 zarokan bi navê Xanim Osman (31), 9 sal berê hevserê xwe winda kir. Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kantona Kobanê kir ew û zarokên wê koçberî Pirsûsê bûn. Keça Xanim Şervana YPJ'ê Dilava Osman (Bêrîtan Tolhildan) ji bo welatê xwe li hemberî çeteyan biparêze li Kobanê maye. Dilava dema li Kobanê bû ajokarê maşîneya doçkayê bû. Dilava di pevçûna Girê Spî de birîndar bû ye û piştî birîna wê rehet bû dîsa vegeriya çepera xwe. Dilava berî cejna qurbanê li gundê Donxizê, pevçûna di navbera YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.
'Bila Kobanê rizgar bibe, tiştekî naxwazim'
Dayika Xanim got ku dema çeteyê DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin nexwest welatê xwe terk bike û ji ber ku zarokên wê biçûk bûn mecbûr maye û hatiye Pirsûsê. Xanim da zanîn ku hevserê wê neh sal berê jiyana xwe ji dest daye û gelek êş û jan kişandi ye û 2 hefte berê jî ji gurçikên xwe emeliyat bûye û ev tişt got: "Zarokên me sêwî mezin bû. 5 keçên min hene. Kurê min jî tune ye. Ji ber vê yekê min gelek zehmetî kişand lê belê ne xem e. Bila Kobanêya me rizgar bibe, em biçin welatê xwe tiştekî din naxwazim. Bav û birayên zarokên min YPG/YPJ'e ye. Ez bejna xwe li ber şervanên YPG/YPJ'ê ditewînim. Bila tu carî li ser serê me kêm nebin."
'Bavê min ez zewicandim'
Xanim bi lêv kir ku biçûkaniya xwe de her tim dildarê Tevgera Azadiya Kurd bû û wiha got: "Ji ber ku min pir dixwest biçim nav refên gerîla, bavê min bişev dizîka min kir berdêliya birayê min. Min qet ne dixwest bizewicim. Bi sedema ez ê buçama nav gerîla, bi şev wek dîla ez zewicandim. Dîsa jî min karê xwe neterikand. Lê belê tu carî ev hezkirina min a tevgerê tu carî kêm nebû, her çû zêde bû. Heta dawiyê jî em destên YPG/YPJ'ê bernadin."
'Keça mi xewna min bi cîh anî'
Xanim der barê keça xwe de ev tişt got: "Keça min di Newroza sala çû de tevli YPJ'ê bû. Dema tevli YPJ'ê bû jî pir kêfa min hat. Min got ez tevli nebûm bila keça min tevli bibe. Dilava ji bo welatê xwe li dijî çeteyên hovane têkoşîn da. Ji ber vê yekê serê min bi keça min her tim bilind e. Keça min xewnê min anî cîh. Nehiştin ez biçim lê belê keça min ji dêlva min çû. Dema keça min di şerê Girê Spî de birîndar bû. Piştî birîna wê rehet bû disa çû çepera xwe. Keça min di got 'dayê ez şehîd ketim jî negrî. Bila ji tere bêjin dayka şehîd e. Hevalên wê di gotin dayê ev keça te wek şêra ye. Pir jêhatî bû. Hevalên wê zahf jê hezdikirin. 5 keçê min ji di rêzê de ye. Derfeta ewil de dê kêçên xwe bişînim welatê xwe û nav hêzên YPJ'ê. "
(kom/zt)

