Meclîsa taxa Sarayaltiya Pirsûsê hat avakirin

09:56

JINHA


RIHA - Taxa Sarayaltî ya navçeya Pirsûsê meclîsê rêveberiyên xwe ava kir.

Li taxa Sarayaltî ya navçeya Pirsûsê meclîsê rêveberiyên xwe ava kir. Li salona dawetê ya Demîrbîlekliyê bi tevlêbûna endamên meclîsê ciwanan pêk anîn. Di civînê de bi dehan welatiyên taxê endamên meclîsa taxê amade bûn. Piştî civînê meclisa taxa Sarayaltiyê û rêveberiyên xwe hilbijartinû avakirina meclîsê ji raya giştî re hat aşkara kirin. Di civînê de Hevserokê DBP'ê yê Pirsûsê Îsmaîl Şahîn diyar kir ku avakirina meclîsên taxan û girîngiya meclîsan pêngavek gelek girîng e. Şahîn anî ziman ku ji bo xweseriya demokratîk divê meclîsên taxan demildest têkevin meriyetê.

Civîna meclîsa taxa Sarayalti bi şahiya mûzîkê bi dawî bû. 

(kom/zt)