Li Kobanê çeperek
10:29
JINHA
RIHA - Derya Osman di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de bav û birayê xwe winda kir û ji bo çeka bav û birayê xwe hilbigire tevlî YPJ'ê bû. Dayîka Şervana YPJ'ê Derya Şemsê Mizgîn jî dyar kir ku dema Kobanê azadbû dê vegerin ser axa xwe û wiha got: "Ez li benda axa hevser û kurê min lê radizên maç bikim im."
Bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê di 5 konbajar û gundan dimînin têkoşîna jiyanê didin û di her malekê de çîrokekî lehenegiyê heye. Malbatên şervanên YPG û YPJ'ê yên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan nagirîn û bi zarokên xwe serbilind in. Malbata Osman a ku li Konbajarê Suphî Nejat Agirnasli dimîne bi xwe re çîrokeke lehengiyê hildigire. Bavê 8 zarokan Hemed Osman li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tevlî YPG'ê bû û di şerê rojên ewil de di pevçûnekê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. Malbatê agahî li Pirsûsê wergirt.Kurê Hemed Osman ê 18 salî Rênçber Heme jî derbasî Kobanê bû û şûna bavê xwe girt. Rênçeber Hemed jî di pevçûnekê de jiyana xwe ji xwe da vê carê xwîşka wî Derya Osman ji bo tevlî YPJ'ê bibe çû Qamîşloyê.
Hevsera Şervanê YPG'ê Hemed Osman Şemsê Mizgîn diyar kir ku berdêlên dayîn ji ber tiştekî nebaş nedane ji bo şerê rûmetê dan û wiha got: "Hevserê min li rojavayê Kobanê bi bîrîndarî ket destê çeteyên DAIŞ'ê û pişt re înfaz kirin. Kurê min Rênçber jî ji bo çeka bavê xwe li erdê nehêle di riya bavê xwe de çû. Mehek berê min agahiya şahadeta wî girt. Niha cenazeyên hevser û kurê min li ser axa pîroz in û li cem kesên şerê rûmetê didin in. Piştî şahadeta kurê min keça min Derya jî ji bo çeka birayê xwe hilbigire ji bo tevlî YPJ'ê bibe çû Qamîşlo.Piştî li wir perwerdehiya siyasî û çekê dît dê çeka bav û birayê xwe bi rûmet hilbigire."
Şemsê anî ziman ku li Pirsûsê têkoşîna jiyanê didin û ligel hemû zehmetiyan ji bo Kobanê ber xwe didin û wiha axivî: "Niha ez bi 6 zarokên xwe re li konbajar dimînim. Dema Kobanê bi tememî azad bû em dê vegerin ser axa xwe. Ez li benda roja axa hevser û kurê min lê radizên maç bikim im. Keça min a herî biçik dibêje ew bîra bira û bavê xwe dike. Berdêlên me dayîn ji Kurdistanê re feda bin."
(zt)
