Tenê di odeyek de tevî zarokên xwe tekoşîna jiyanê dide
11:11
JINHA
AMED - Li gondê Malabadi yê girêdayî Farqîna Amedê, Hûlya Ozencî ya (36) tevî 3'ê zarokên xwe tekkoşîna jiyana zehmet dide. Hûlya tevî ku bi salane rastî tûndiya hevser û malbatê wî tê jî ev 6 sale di odeyek de zarokê xwe mezin dike.
Li gondê Malabadi ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê, Hûlya Ozencî ya (36) bê ku derfetên wê ya madî hebe jî bi zarokên xwe re tekoşîna jiyana dide. Hûlya tevî 3'ê zarokên xwe di odeyek de jiyana xwe didomîne. Hûlya berî 14 salan bi mêrekî ku qet nasnake re hatiye zewicandin û piştî zewicî bi hevserê xwe re li gel malbatê wî jiyana xwe domand. Lê piştî zewacê ew tûndiyê hem ji hevserê xwe hem jî ji malbatê wê dîtiye. Hûlya ji ber tûndiya zêde tevî zarokên xwe yê cêwî û bi halê xwe yê dû canî ji malê tê avêtin. Hûlya neçar dibe tevî zarokê xwe diçe ba malbata xwe, malbat jî odeyekê jêrî mala xwe didin wê. Ji ber ku Hûlya bi li ber destê mela hatiye mehrkirin û zewicandin,tû mafê daxweza wê a tiştek ji hevserê wê bi awayek fermî nîne. Ji ber vê yekê Hûlya neçare ser piyê xwe bisekine û li zarokên xwe binêre.
'Di odeyek de tekoşîna jiyanê didim'
Hûlya diyar kir ku tevî 6 sale bi tena xwe tekoşîna jiyanê dide û wiha got: "Ez dema li Nexweşxanê kes nehatin serdana min. Hevserê min rûyê zarokê xwe yê nû hîna nedîtiye. Li kolana jî bibîne wê nasneke. Navê zarokên min li ser minin. Niha jî di odeya ku malbata min dane me tevî zarokên xwe lê dijîm. Avahiyek di zemînê deye gelek xirabeye lê neçarim tevî zarokên xwe lê bijîm."
'Min ne dizanî ku bi yekî çewan re jî bizewicim'
Hûlya bi lêvkir ku, berî ew bizewice hevserê xwe qet nedîtibû û wiha dom kir: "Min ne dizanî bi yekî çewan re dizewicim. Piştî zewaca hevserê min her tim ji bo karê xwe li dervehî bajêr bû, zêde li mal ne dihewî.Ji bo min û zarokên min ew tû tişt nekir. Zarokên xwe yê cêwî min li mala bavê xwe anî dinê, rojek be jî nehatine sera zarokên min. Li min dan û ez ji malê avêtim. Ez çûm dadgehê û min gilî li wan kir. Lê ji ber mehra me ya fermî tûne bi wî re, min nekarî dirêj bikim giliyê xwe."
'Ez nikarim biçim Nexweşxanê jî '
Hûlya da zanîn ku, ew dixweze zarokê wê di nava kêfxweşî de jiyan bike û wiha got: "Ez nikarim ji zarokên xwe re tiştek bistînim. Carnan bi min re pereyê ku ji wan re çîkolatayekê bistînim jî namîne. Nikarim ji wan re cil, pêlav û tiştên lîstokê jî bigrim. Lê dixwezim zarokên min kêfxweşbin û xwe ne baş hîsnekin. Carnan mamosteyê wan tişt dixweze nikarim wê jî bigrim. Ez û zarokên xwe dema nexweşdibin em nikarin herin nexweşxanê. Ji ber ne perê min yê rê heye ne jî ê derman û fîşê heye."
(rt/zt)

