Kurdên Ewropayê ji bo YPG/YPJ'ê banga xwedîderketinê kirin
12:35
JINHA
RIHA -Heyetên ji Swîsre, Almanya û Fransayê hatin Pirsûsê dan xuyakirin ku berxwedana YPG/YPJ'ê ya ji tevahiya cîhanê re bûye mînak, kurd aniye cem hev. Heyetan banga xwedîderketina li vê berxwedanê kirin.
Heyeta ji 3 kesan a Alhasî û Kurecikiyên li Fransayê, heyeta ji 3 kesan a Komeleya Piştevaniya Sînornenas a Swîsreyê (Solidaritat Ohne Grenzen) û kesekî ji Elmanyayê bi hevsera xwe re hat, alîkariya ji bo Kobaniyên li Pirsûsê anîn radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re kirin. Heyetan Kobaniyên li wargehan ziyaret kirin, alîkariya ji kincên ji bo zivistanê, ard, şekir, rûn, çay û 2 trafoyên elektrîkê, radestî rayedarên Komeleya Piştevaniya Kobanê ya li depoya Salona Dawetê ya Avesta kirin.
Heyet ji Şaredariya Pirsûsê ji aliyê Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan, endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re Farûk Tatli û wezîfedarên koordînasyona krîzê ya Kobanê hatin pêşwazîkirin. Li ser navê heyetê Ozden Karakoç peyivî û diyar kir ku wan li Swîsreyê ji bo Kobaniyan hin kampanya dane destpêkirin. Ozden banga piştevaniya Kobaniyan li her kesî kir û wiha got: "Ji bo rawestandina çeteyên DAIŞ'ê yên hewl didin Şoreşa Rojava bi xwînê bifetisîne, di serî de civata navneteweyî em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê dikin ku tavilê bikevin nava hewldanên encamgir. Di serî de ji bo zarokan ji bo her kesî divê her kes ya ji dest tê bi awayekî herî baş bike. Ev wezîfeyeke însanî ye. Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê, bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe. Divê em jî xwedî li vê berxwedana bêhempa derkevin."
'Divê kurd bên cem hev'
Îsmaîl Doguş jî ragihand ku Alhasî û Kurecikiyên li Fransayê, ji bo wargeha nû ya li gundê Kuluncê ji bo Kobaniyan tê çêkirin û nû qediya ye, 2 trafo kirîne û wiha pêde çû: "Kobanê çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên li cîhanê li hev kom kir. YPJ û YPG ji cîhanê re bûn mînak."
Parlamenter Îbrahîm Ayhan jî di mijara yekîtiya Kurdan de bal kişand ser girîngiya piştgirîdayîna Kobanê û wiha got: "YPG/YPJ'ê têkoşîna rûmetê hînî tevahiya cîhanê kir, ji bo Kurdan jî bû nîşaneya yekîtiyê."
(zt)

