'Jin li hember tûndiyê tekoşînek mezin didin'

14:38

 


JINHA


STENBOL - Kolektîfa Femînîstên Îstanbolê (ÎFK) diyar kir ku, di sala 2014'an de jinan li hember tûndiyê tekoşînek mezin daye. Jinên ku ji bo xwe ji tûndiya mêr biparêzin û bi vê sedemê ketine girtîgehan kart ji wan re hatin şandin.


Kolektîfa Femînîstên Îstanbolê bi daxûyaniyek nivîskî rewşa jinan ya 2014'an yê nirxand. Di daxûyaniyê de wiha hat gotin: "Ev sal bi hêjmartina kêrta tûndiyê me li şûn xwe hêşt. Her roj bi bihîstandina nûçeyên cînayetê ser jin û transan hêrsa me bilind dike û nûçeyên êrîşa zeyendî,tacîz û tecevûz dawî lê nayên. Dawî li tûndiya mêr nayê lê roj bi roj tekoşîna jinan her ku diçe mezintir dibe." 


'Li hember tûndiya mêr bi tekoşînê bersiv hat dayîn'


Di daxûyaniyê de her wiha hate diyar kirin ku tekoşîna jin li hember tûndiyê mêr her ku diçe xurtir dibe û wiha dom kir: "Jin bi dewsandina bav, bi heqeretên bira,tûndiya mêr û tûndiya dewletê napejrîne û li berxwe dide. Jin ji bo ku xwe ji vê tûndiyê dûrbixe hertişt digre ber çavan û tekoşînê dide. Tekoşîna her ku diçe mezin dibe wê bi piştgiriyê jinan bi hêztirbe. Tekoşîna jinan ya li hember tûndiya mêr berxwedana xortkirina tekoşîna femînîstane jî."


'Tekoşîna jinan îlhamê dide me'


Di dawiya daxûyaniyê de jî hat destnîşan kirin ku bi mebesta sala nû jinên ku di girtîgehê de berxwedanê  li hember tûndiya mêran bilind dikin kart hatin rêkirin û wiha dewam  kir:" Em bi kartê silavê xwe ji Konya,Zonguldakê,Şirnexê,Îstanbolê,Boluyê,Antalya yê,Ispartayê,Kocaeliyê û Edenê re dişînin.Em silavê xwe ji jinên ku bi salane rastî tûndî,tacîz û îşkencê hatine ji Saniye re,Zeynep,Seza Selma û Sûrya re em rêdikin.Jin van cînayetan weke mêr ne ji kêfê re kirine û ne wek zilamê ku hêza xwe ji pergalê digre nêzbûne. Em dizanin ku jin ji bo parastina xwe û zarokên xwe kirine. Li hember pergal û zordariya mêr jin ji bo xwe biparêzin dervî vê rêyê nemaye. Jin li hember tûndiya mêr îsyan dike û bedelê vê tekoşînê canbe jî dide ev helwest  îlhamê dide me.Jinên di berxwedanê de ji bo parstina jiyanê xwe can  dide ber çavan,weke zilam ne li payî daxweza xistina cezayê ye. Bila her kes bizane ku jinên ceza girtine ne bi tenêne. Gelek caran bi taqîp kirina dozê wan û gelek car berxwedaniya wan hêzê dide tekoşîna me û em bi hevre xurt dibin."


(rt/zt)