‘Abdullah Ocalan rêberekî ku ji hêza jinan bawer dike ye’
14:54
Eylem Daş - Dîlan Karamanoglu / JINHA
STENBOL - Jinên ku girîngî û mîsyona ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dide jinan nirxandin, diyar kirin ku gotinên Abdullah Ocalan ji bo jinan gelek girîngin, divê ku wekî serokên din neyê dîtin û wiha gotin: “Serdest wekî pergalê li jinan dinêrin. Abdullah Ocalan bihêzbûna jinan a di nava jiyana civakî de diparêze.”
Li Tirkiyeya ku qetilkirina jinan ji sedî 400 zêde bûye, şîdeta li ser jinan di hemû qadan de xwe dide der, Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Azadiya jinan û zihniyeta serdeest ya mêr kîr rojeva xwe ya sereke û di pêvajoya çaredeeriyê de jî mijara azadiya jinê kir mijara sereke ku ji bo bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û Tirkiyeyeke demokratîk Abdullah Ocalan bî heyeta HDP’ê re, dewletê û Qendîlê re hevdîtinan pêk tîne û rola xwe ya dîrokî dîlîze. Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe yên ku bi HDP’ê re pêk tîne pirsgirêka jinan jî digire dest û balê dikişîne ser. Pîştî hevdîtinên li îmraliyê heyeta HDP’ê ya ku daxuyanî da çapemeniyê diyar kir ku di hemû hevdîtinên xwe de Abdullah Ocalan balê dikişîne ser pirsgirêka jian û çareserkirina wê û baxsa qirkirina jinan dike. Ji bo pêvajoya muzakereyê jî di nava niqaşên ku wê pêk bên de çand, aborî, ewlehî, ekolojî û girîngiya ku Abdullah Ocalan dide jinan û têkoşîna wan jî derdikeve holê.
‘Divê li hemberî pergala ku êrîşî jian dike em hêza xwe bikin ye’
Berdevka Giştî a Meclisa Sosyalîst a Jinan (SKM) Fadîme Çelebî diyar kir ku ew nêrînên Abdullah Ocalan ên der barê jinan de gelek girîn dibînin û wiha berdewam kir: “Li welatekî ku rojê 5 jin tên qetilkirin û em li welatekî ku jin ji jiyanê tên durxistin dijîn û cihê jinan di nava pergala serdest de tune ye. Li meclisa tirk 550 parlamenter hene lê tevî vê hejmara zêde ya parlamenteran jî hejmara parlamenterên jin kêm e û hejmara herî zêde ya parlamenterên jin di nava HDP’ê de heye.”
Fadîme bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “ Dixwazin mafên ku jinan bi têkoşîna xwe heta roja îro bi dest xistine ji destên wan bigirin û wan ji civakê qut bikin. Wekî jîn helbet pêdiviya me bi bilindkirina serhildana jinan û têkoşîna wan heye. Zihniyeta serdest a mêrê a AKP’ê mêraniya civakî derxist holê. Lî hemberî vê hişmendiyê wekî jin pêdiviya me bi bilindkirina têkoşînê heye. Di vê ku em bi aqilê jinan li hembrerî vê hişmendiya serdest a zilam serî hildin.”
Abdullah Ocalan di ferqa hêza jinan de ye
Fadîme diyar kir ku serdest bi nêrîna pergalê li jinan dinêrin, lê Abdullah Ocala hêza siyasal ya di nava jiyanê de diparêze û ev tişt got: “Wekî serok ew di ferqa ger ku jin dinava têkoşînê de neber wê ew têkoşîn serkeftî nebe deye û mînaka vê ya herî berbiçav jî rastiya Kobanê ye. Jînan li kobanê hêza jinan derxist holê û têkoşîneke bêhempa meşandin.”
‘Abdullah Ocalan bi serokên din re nayê mukayesekirin’
Alîgira Serokê Partiya Sosyalîst Demokrasî (SDP) Yeşîm Ergun jî diyar kir ku axaftinên Abdullah Ocalan ên der barê jinan de gelek girîng in û divê ku Abdullah Ocalan bi lîderên din re neyê mulayesekirin. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan ji serî de girîngiya jinan a di nava polîtîkayê û cikê de parastiye.
‘Divê ku tezên ocalan ji gel re rast bên vegotin’
Yeşîm diyar kir ku Abdullah Ocalan gorînê xwe di pratîzekirinê de diparêze û ev tiîşt got: “ Em vê pratîzekîrîna Abdullah Ocalan dema ku li tevgera jinên kurd û têkoşîna wan dinêrin jî dibînin. Divê kuem bandora PKK’ê û ya PAJK’ê ya li ser tevgera jinên kur bibînin û binirxînin. Em jî ji bo ku li hemberî tacîz û tecawizê têbikoşin bi platforman xeteke çalakiyan a herdem pêk tînin.”
(aw)

