Di roja 107’an de banga ‘mezinkirina nobetê’ hat kirin
15:01
JINHA
RIHA - Berxwedana destanî ya YPG-YPJ’ê di roja 107’an de berdewam dike û berxwedêrên li sînor jî zincîr ava kirin û bang kirin ku li dijî hewldanên revê yên çeteyên DAIŞ’ê divê nobeta li sînor bê mezinkirin.
Berxwenda Kobanê di roja 107’an de berdewam dike. Nobeta li gundê Mehser û Miseynterê ya Pirsûsê jî didome. Welatiyên li seranserê xeta Pirsûs-Kobanê nobetê digirin, li gundê Mehser û Miseynterê jî ji aliyê welatiyên ji herêmê û Tirkiyeyê ve tên nobet tê girtin.
Li her du gundan welatiyan berê xwe dan Kobanê û berxwedêrên Kobanê jî silav dikin. Bi sedan welatiyan bi zincîra mirovahiyê ava kirin û gelek kes tevlî bûn. Welatiyan destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê. Dirûşmên ‘Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî YPG-YPJ’ê", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav1 berzkirin.
Kesên di zincîra mirovahiyê de cih girtin bang kirin ku divê nobeta li sînor bê mezinkirin.
(zt)

