'Ez ser axa xwe zêdetir azad û şanazim'

09:44

 


Nurcan Yalçın / JINHA


GURGUM – Perîhan Demir ya ku berê koçî Stenbolê kirî, li wê 25 salan mayî û cardî vegeriyayî gundê xwe cihek yê ajalan çêkiriye têde ajalan xwedî dike. Li Elbîstanê Perîhan jina tenê ya beşdarî kursa baş xwedîkirina ajalan û çandiniyê ya ji aliyê Wezareta Çandinî û Ajalan ve hatî despêkirin bûye û sertifik girtiye. Perîhan ser axa xwe zêdetir xwe şanaz hîs dike.


Perîhan Demir ya 40 salî li gundê Sevdil yê navçeya Elbîstana Gurgumê cara yekem weke jinek sertifika xwedîkirina ajalan û çandiniyê girtiye û li gorî wê ajalan xwedî dike. Perîhan dema 12 salî bû li gel malbata xwe koçî Stenbolê kiribû. Perîhan diyar kir ku ew piştî ew piştî 25 salan cardin li gundê xwe vegeriyaye û we jiyana ser axa xwe xweştir û şanaztir dibîne. Perîhan zewiciye û diya du zarokane. Perîhan berî niha sê salan vegeriyaye ser gundê xwe û dest bi xwedîkirina ajalan kiriye. Li Elbîstanê Perîhan jina tenê ya beşdarî kursa baş xwedîkirina ajalan û çandiniyê ya ji aliyê Wezareta Çandinî û Ajalan ve hatî despêkirin bûye û sertifik girtiye. Perîhan di aliyê kîjan ajalan çawan xwedîbike, kîjan ajal biç î awayî nexweş dibe û tedawiya wan çawan tê kirin de perwerde dîtiye. Perîhan ya ku weke jina tenê beşdarî wê kursê bûyî da zanîn ku ew niha bi karê xwe şanaze û xwe rehet hîs dike.


‘Di nava 20 kesên beşdarî kursê bûn de tenê jin ez bûm’  


Perîhan anî ziman ku ev 3 salin ew bi ajalvaniyê ve mijul dibe û wiha got: “Ji ber ez bi ajalan ve mijul dibim dema kum in bihîst kursek ya sertifik girtinê heye hema ez çumê. Ema ku ez çum min dît din ava 20 kesan de tenê jin ezim. Ez gelek ji ajalan hez dikim. Heger mirov karê ajalan bike divê ji wan hez bike. Heger mirov ji ajalan hez neke mirov nikare karê xwedîkirina ajalan bike. Ji nava bajarê mezin hatin  û ketina hindirê oxirên ajalan û ketina nava ajalan zore. Ev karek her kes nikare bike tenê haskirina ji ajalan dikare vî karî bi mirovan bide kirin. Ew ajalên kul ê dinêrim pir ji wan hez dikim. Ajalên kul i vêderê tên serjêkirin nikarim goştê wan bixwim. Ji ber ez li wan dinêrim û mezin dikim êdî weke zarokên xwe li wan dinêrim.”


‘Ji ber ez li ser axa xweme niha xwe zêdetir azad hîs dikim’


Perîhan destnîşan kir ku divê jinên bi ajalvaniyê re dixwazin mijul bibin ji xwe bawer bin, ji ber jin çî karê bixwazin dikarin bi ser bixin û wiha domand: “Jin ne neçarên mêranin ji xwe her karê bixwazin dikarin bikin. Jin ne tenê dayîk û jina mêrekêne. Di heman demê de divê despêkê xwe weke kes bibîne û weke kes li xwe binêre beriya van hemû berjengan. Wêdemê karên ku jin nikarin ser bixin nîne. Ji ber ez vî karî hez dikim heya dawiyê ezê berdewam bikim û di berdewam kirinê de bibiryarim. Herî kêm ez ser axa xweme û ser axa xwe azadim. Kes ji bom in nabêje: ‘Vê bike, vê bike.’ Ez bi xwe û vîna xwe ji bo xwe û zarokên xwe dixebitim. Ji bom in ya herî giring jî ser axa xwe bi vîna xwe ya azad jiyan kirine.”


‘Mirov ser axa xwe zêdetir temendirêj dikare bijî’


Di cihê ajalan yê Perîhanê de ajalên weke meh, bizin, hesp, se û pişîk hene. Perîhan derbirî ku ew bi wan ajalan yek bi yek re mijul dibe. Perîhan bilêvkir ku bila her mirovnê ji ser axa xwe koçber bûne carekedinê li axa xwe vegerin û hiha dom kir: “Ez bi xwe dibin fermanan de na xebitim. Ez her roj 16 saetan bi ajalan ve mijul dibim. Li gel vî hemû demê xebatê jî ez xwe westiyayî hîs nakim. Li gorî min di nava sitresa bajaran de jiyan kirinê zêdetir mirovan dide zorê û mirov xwe westiyayî hîs dike. Herî kêm ez dikarim ser axa xwe çandiniyê bikim di nava zeviyan de bixebitim. Ji derveyî ajalvaniyê mirov dikare karên dinê jî bike. Li gorî wê jî mirov zêdetir dikare bi jiyanek şanaz bijî û zêdetir temendirêjbe.” Perîhan diyar kir k udu malbat ji Efrînê hatine li gel wê dimînin û li gel wê dixebitin. Perîhan da zanîn ku hem ji bere w malbat neçar mane axa xwe terikandine hatine gel wan û hem jî ji ber ji heman çandê tên ew zêdetir li gel welatiyên Rojava karkirinê zêdetir tercîh dike.


 (zt)