'Yên li dijî terorîzmê disekinin deyndarên Kobanê ne'

09:56

 


JINHA


RIHA - Hevseroka Meclîsa Edalet û Hiqûqê ya Kantona Kobanê Fayza Abdî diyar kir ku divê xwedîderketina têkoşîna li Kobanê li hemberî tarîtiyê tê dayîn berdewam bike û wiha got: "Divê hemû kesên dibêjin ez aştîxwaz, şoreşger, demokrat û welatparêz im, xwedî li berxwedanê û şerê li dijî tarîtiyê tê meşandin derbikeve. Kobanê bû navenda berxwedana li hemberî terorîzmê. Ji ber vê yekê kesên li hemberî terorîzmê derdikevin ji Kobanê re deyndar in û divê bi hêz xwedî li Kobanê derbikevin."

Berxwedana Kobanê di roja 108. de bi operasyonên paqijkirinê dewam dike. Hevserokê Meclîsa Edalet û Hiqûqê ya Kantona Kobanê Fayza Abdî bang li her kesî kir ku modela jiyana nû ya tê avakirin biparêzin û tevlî berxwedanê bibin.

'Tevahiya destketiyên Kurdistanê diparêzin'

Fayza diyar kir ku hewl tê dayîn hemû destketiyên wan ên bi Şoreşa Rojava re hatine bidestxistin, bi rêbazên şerê qirêj ji holê bê rakirin û hemû destketî li Kobanê tê parastin wiha got: "Bi şoreşa Rojava re gelek destketî hatin qezenckirin. Kesayetiyeke nû hat afirandin. Bi êrîşên qirêj ên li hemberî Rojava, bi taybetî jî li hemberî Kobanê re hewl tê dayîn vîna kurdan bê şikandin. Şoreşa Rojava di heman demê de bi berxwedaneke sê salan dagirtiye. Bi taybetî ev berxwedana dîrokî ya li xaka Kobanê, tevahiya destkeftiyên Kurdistanê diparêze."

'Kobanê dê ser bikeve'

Fayza anî ziman ku êrîşên li hemberî Rojava ji aliyê hêzên naxwazin vîna kurdan qebûl bikin ve pêk tên û wiha axivî: "Ji roja destpêkirina pêvajoya şoreşa Rojava û vir ve, hêzên naxwazin vîna me qebûl bikin, bi navên cuda û rêxistinbûyînên çeteyan êrîşî me dikin. Lê belê me bi şoreşê re biryar da ku xwedî li berxwedan û sîstema xwe derkevin." Fayza da zanîn ku şerê li Kobanê li dijî koledariyê şerê azadiyê ye û wiha pê de çû: "Şer û têkoşîna avakirina jiyaneke nû ye. Tevî derfetên kêm jî berxwedaneke bi heybet hat nîşandan û dewam bike."

'Kobanê bû navenda berxwedana li dijî terorîzmê'


Fayza bilêv kir ku êrîş ne tenê li hemberî gelê Kobanê li dijî tevahiya gelê kurd û mirovahiyê ye û banga xwedîderketina xurtir kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heta roja îro bi çi rengî xwedî li vê berxwedanê hat derketin û ji her cihî beşdarî li berxwedanê hat kirin, divê ev xwedîderketin berdewam bike. Banga me li gel û ciwanên Kurd nîne, li tevahiya cîhanê ye. Em bang li aştîxwazan, şoreşgeran, demokratan û her kesên ji xwe re dibêje mirov im dikin, ku xwedî li vê berxwedanê derkevin û lid ijî tarîtiyê şer bikin. Kobanê bû navenda berxwedana li dijî terorîzmê. Lewma yê li dijî terorîzmê disekinin, deyndarên Kobanê ne, divê bi xurtî xwedî li Kobanê derkevin."

Fayza herî dawî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo vekirina korîdora însanî ya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.

(zt)