'Bila ciwanên kurd berê xwe bidin Kobanê û namûsa xwe biparêzin'

10:02

 


JINHA


RIHA - Fatma Berken a 35 salî piştî êrîşên DAIŞ'ê hevserê wê tevlî nava refên YPG'ê bûye. Fatma bi 6 zarokên xwe re li ser daxwaza xwe hevserê xwe hat Pirsûsê. Fatma diyar kir ku ne ji zarokan bûya ew ê jî di nava şervanên YPJ'ê de welatê xwe biparasta û wiha got: "Bila ciwanên kurd berê xwe bidin Kobanê û namûsa xwe biparêzin."

Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî cih û warên terikandin, li Pirsûsê di konbajaran de dimînin. Welatiyên Kobanê li yên li konbajaran, guhê wan li Kobanê ye û li benda mizgîniya YPG/YPJ'ê ne. Yên di vê koçberiyê de herî zêde êş kişandine bêguman dayik in. Yek ji van dayikan Fatma Berken a 35 salî ye, ku piştî êrîşên DAIŞ'ê hevserê wê tevlî nava refên YPG'ê bûye. Fatma bi 6 zarokên xwe re li ser daxwaza xwe hevserê xwe hat Pirsûsê. Fatma diyar kir ku ne ji zarokan bûya ew ê jî di nava şervanên YPJ'ê de welatê xwe biparasta.

'Kurd bi qetilkirin û serjêkirinê naqein'

Fatma da zanîn ku tu carî çete nikarin Kobanê dest bixin û wiha got: "Berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê ya bêhempa navê xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Ew çeteyên bê esîl bê sedem û bê armanc wek kûçikên har êrîşî welatê me dikin. Heta şervanên me hebin ew qirêjan nikarin têkevin Kobanê. Axa Kobanê bi xwîna şehîdên me yên nemir şil bûye. Ji ber vê yekê em tu carî nahêlin Kobanê bikeve. Hewce bike ez ê jî xwe bikim wek Şehîd Arîn Mîrkan bombeyên zindî bi xwe girê bidim û di nav wan çeteyan biteqînim. Bila ew baş zanibin ku li hemberî kê şer dikin. Ev axa me ye. Li ser navê Îslamiyetê bi hezaran Misilman serjêkirin. Bi çi sedemê van mirovên mezlûm serjê dikin? Em ji serjêkirina wan qet natirsin. Ji bo welatê me ji me bistînin divê me Kurdan hemûyan serjê bikin. Em kurd heta niha ji sedan komkujiyan derbas bûn. Her em hat qetilkirin ewqasî jî em zêde bûn."

'Divê ciwanên kurd li Kobanê xwedî derkevin û biçin eniyê şer'

Fatma anî ziman ku ew ji ber jiyana li binê kon gazinan nake û di dema rizgariya Kobanê de razî ye di nava heriyê de bijî. Fatma bi lêv kir ku xaniyê wan ji ber bombebarana DAIŞ'ê hilweşiya ye û ev tişt got: "Hevserê min ji bo welatê xwe zarokên xwe berdaye û ji bo axa xwe şer dike. Bavê zarokên min ji bo pêşeroja zarokên min şer dike. Ev ji bo me rûmet e. Ez bang li hemû ciwanên kurd dikim. Ji bo Kurdîstanê bibin yek û axa me ya zêrîn teslîmî dagirkeran nekin. Divê ciwanên me biçin qada şer û namûsan xwe biparêzin. Ne ji zarokên min bûya niha ez jî di nav eniya şer de bûm. Niha zarokên min bihişta deqeyekê nedisekinîm. Ger çeka min tine bûya min ê bi keviran şer bikira. Silavê xwe ji şervanên YPJ/YPG'ê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), gerîla û Rêber Abdullah Ocalan re dişînim. Biji berxwedana Kobanê."

(kom/zt)