Endamê Koma Aştiyê Lutfu Taş jiyana xwe ji dest da
10:45
JINHA
AMED - Endamê Koma Aştiyê Lutfu Taş yê sala 2009'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê û di sala 2010'an de hat girtin li Girtîgeha Tipa D a Amedê jiyana xwe ji dest da.
Du Komên Aştiyê yek ji Qendil ya din jî ji Mexmûr di sala 2009'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin Tirkiyeyê. Endamê Koma Aştiyê yê ji Qendilê hatiye Lutfu Taş di sala 2010'an de bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin û 5 salan di Girtîgeha Tipa D a Amadê de hat girtin. Lutfu di encama krîza dil de vê sibehê li Girtîgeha Tipa D a Amedê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku tu pirsgirêkên Lutfu yê nexweşiyê tunebû. Li aliyê din midûrê girtîgehê vê sibehê li malbata Lutfu geriyane û ji wan re gotine Lutfu di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Lutfu ji girtîgehê hat girtin û anîn Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Ziya Yaşargilê. Ji vir cenazeyê Lutfu ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Selahattinê Eyûbî. Piştî karê otopsiyê wê cenazeyê Lutfu bibin Stenbolê.
(zt)

