'Dem dema li hebûna xwe xwedî derketinê ye'
11:16
JINHA
KERKUK - Gerîllaya YJA STAR'ê Sema Oramar li gundê Şîtazînê ji dayik bûye. Di sala 2010'an de beşdarî nava rêfên gerîlla bûye û niha jî li Kerkûkê li hember çeteyên DAIŞ'ê şerdike. Gerîlla Sema bang li bav û xizmên xwe kir ku dev ji çekên dijmin berdin."
Hovîtî û helwestên dijî mirovahi ya çeteyên DAIŞ a ku li hember Rojava û Herêma Federala Kurdistanê pêk tîne. Li hember van qetilaman jî berxwedana şervanên YPJ'ê û YJA STAR parastina gelê herêmê dike û şoreşa jinê çewa tê li darxistin nîşanê hemû cîhanê da. Êrîşê çeteyên DAIŞ'ê li ser Herêma Federal a Kurdistanê û bi taybet jî êrîş û hovitiya ku li ser gelê Êzîdî pêk aniye. Şervanên YJA STAR û YPJ'ê jî bi hemleyek a întîqamê şerê xwe li hember tacîzkar û tecevûzkaran didomînin. Şervana YJA STAR'ê Sema Oramar ya ku li Kerkûkê hember çeteyên DAIŞ'ê şerdike yek ji wan jinên qehremane û berxwedêre. Sema li gundê Şîtazîna navçeya Gevera Colemêrgê ji dayikbûye. Sema li hember desthilatariya mêr serî hilda û biryar da bibe şervan. Sema ya ku 2010'an beşdarî nava refên YJA STAR'ê dibe jiyana xwe bi van gotinan ji Ajansa me re wiha vedibêje: "Min di nava malbatek ku tû caran kurdbûna xwe nedipejiran de jiyan kir. Ev di jiyan û rastiya Kurdbûyînê de bandorek gelek mezin li ser min kir. Di malabata me de jin weke diyarokek namûsê di hate dîtin, ferasetê eşîrtî hîn zêdetir li pêşbû."
'Jiyanê ez ber bi lêpirsînê ve dibirim'
Sema behsa jiyana xwe ya li gund dike û wiha dibêje:"Ez jiyana gund gelek hezdikim. Gundê me debara xwe bi çandinî û ajaldariyê dike. Bi axê re mijûlbûn bû sedem ku ez xwe rihet bispêrim jiyanê. Piştî têgihştina jiyanê êdî hêdî hêdî pêre diketim ferqa rastiya Kurdbûna xwe. Min famkir ku ez û malbata xwe ji çanda Kurdbûnê û welatparêziyê dûrketine û di xizmeta polîtîkayên dijmin de dijîn." Sema diyar kir ku rewşa têde dijî bi nakokîye û wiha dom kir: "Ez dema hîna biçûkbûm bavê min çeka dijmin rakir. Gelek caran min ji xwe dipirsî ka çima bavê min çeka dijmin radike. Van nakokiyan her dem tenê min dikarî ji xwe bipirsim. Ji ber tirsa derdor min guman dikir ku pirsbikim. Ji bo ku em tevlî PKK'ê nebin PKK'ê her tim bi awayek ne baş bi me didan nasandin. Hinek filmên li dijî PKK'ê hatibû çêkirin, her tim wan fîlman bi me didan temaşe kirin. Bê guman ev polîtikayên dewleta tirk bûn. Em jî ne di ferqa vê rastiyê debûn."
'Nêzikatiyên zeyendî bandorê li jiyana me dikir'
Sema diyar kir ku yek ji nakokiyên herî zêde ser di ramiyan mijara jinan bû û wiha berdewamî da gotinê xwe: "Ez û xûşkên xwe me gelek zehmetî di jiyanê de kêşand. Ji ber nêzikatiyên zayendî bandorê li jiyana me yê rojene dikir û em rastî bêmafiyê dihatin. Roj bi roj nakokî û hêrsa min li hember jiyanê zêde dibû". Sema destnşan kir ku wê PKK'ê di sala 2005’an de bi riya televîzyonê naskiriye û wiha got:"Naskirina min ji PKK'ê re ne bi zanist bû , filmên ku min temaşe dikir jî min dibir rastiyek din. Lê belê êdî pêwist bû biçim biryarekê. Sedema biryar û tevlîbûna min ya herî sereke jî bandora Fermandara mezin Şehît Rojîn Gawda bûye.” Sema da zanîn ku ew ji jiyana gerîlla gelek bi bandorbûye û wiha domand:"Dema min gerîllayên jin didîtin hestên gelek cûda bi min re pêşdiket, min ji xwe re got: 'Cihê ku ez xwe têde îfade bikim çiyaye û ez cihê ku tevlîbûm jiyana gerîllaye.'”
Sema derbirî ku ew di sala 2010’an de tevlî gerîllabûye û wiha got:"Piştî tevlîbûna xwe min cara yekem gerîllayên jin dîtin. Ji xwe ya herî zêde bandor li ser tevlîbûna min jî kir gerîllayên jinbûn. Bê gûman dema mal rastiya PKK'ê bi awayek cûda bi me didan nasîn, lê belê piştî tevlîbûna min rastiyek ,dijberî hişmendiya berê ser me ferz dikir min dît. Jiyana gerîllaya temsîla cewherê jiyana jinan dike û di heman demê de nûneriya jiyana wekhevî û ehlaqî dike."
Gerîlla Sema îro jî di çeperên despêkê de li hember çeteyên DAIŞ'ê şerdike. Sema di dawiyê de wiha got: "Dem dema xwedî derketina mirovahiyê ye. Îro hêzên desthilatdar û di serî de dewleta tirk di şaxsê çeteyên DAIŞ'ê de li her çar aliyê Kurdistanê qetilama dike. Pêwîste gelê me li hember vê yekê bi yekbe û tekoşîna berxwedanê xurt bike. Hêvî û daxweza min ji malbat û xizmên min jî, ew ku dev ji çekê dijmin berdin û tevlî berxwedana bi rûmet bibin."
(rt/zt)

