Li Semsurê kamyona ku 16 ton teqemenî barkirîbû teqiya
11:25
JINHA
RIHA – Li Semsurê kamyona ku 16 ton dînamîd, 2 ton anfî û 3 ton funye tê de bû şewatê girt û teqînek mezin pêk hat. Di encama teqînê de 2 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyan kamyona ku tije madeya teqînê ku bi beşdariya eskorta leşkerî de ji Meletiyê diçû Rihayê li serê rêya Golbaşiya Semsûrê teqiya. Hate diyarkirin ku ji ber ku leşker û ajokar nikarîbûn şewata tekerê de vemirînin ji kamyonê dûr ketine û di wê kêliyê de teqîn pêk hatiye. Di encama teqînê de 2 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Prewerdehiyê ya Semesûrê kirin.
Ji ber tundiya teqînê di rê de çalek mezin çêbû û kamyonê bi temamî rûxiya. Piştî teqînê rê li tirafîkê re hate girtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
(zt)
