Ji bo endamên PKK/HPG'ê serdanên sersaxiyê

11:51

 


JINHA


RIHA - Serdanên sersaxiya ji endamê HPG'ê Mustafa Kurt (Nurhak Firat), endamê PKK'ê Mustafa Yildiz (Bedran) û Faîk Ocalan (Seyîfî Gunduz) bi girseyî tên ziyaretkirin.

Di pêşengtiya MEYA-DER'ê û DBP'ê li Pirsûsa Rihayê ji bo endamên HPG'ê Mustafa Kurt (Nurhak Firat) yê di encama operasyona azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, endamê PKK'ê Mustafa Yildiz (Bedran) û Faîk Ocalan (Seyîfî Gunduz) yên di ecnama pevçûnên di salên 1990'an de jiyana xwe ji dest dane û navê wan ji aliyê Komîteya Şehîdan ya KCK'ê ve hate aşkarekirin bi girseyî tên ziyaretkirin. Di serdanên sersaxiyê de parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Hevşaredarên Hewagê Zeynel Taş û Fatma Dogan, Hevşaredarên Xelfetiyê Mustafa Bayram, Hevserokên Rêxistina DBP'ê yê Rihayê Îsmîl Kaplan û Yasemîn Kiliç, Rêveberên DBP'ê, HDP'ê, MEYA-DER'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes di sersaxiyê de amadebûn.

'Wê tu carê Şengal û Kobanê nekeve'

Sedan welatî destpêkê çûn gundê Arpetenê ya Hewagê malbata Endamê HPG'ê Mustafa Kurt (Nurhak Firat) yê di encama operasyona azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da ziyaret kirin. Hevserokên DBP’ê ya Rihayê Îsmaîl Kaplan axaftinek kurt kir û balkişand li ser berxwadana Şengalê û Kobanê û wiha got: "Bila dijmin baş zanibin ku tu kes nikarin Şengalê û Kobanê bixin wê tu carê Şengal û Kobanê nekeve. Şehîdên me tu carî namirin. Em tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin."

'Azadiya kurdan gelek nêze'

Piştî serdana malbata endamê HPG'ê Kurt, girse derbazî gundê Çarmelîkê bû serdana malbata endamê PKK'ê Mustafa Yildiz (Bedran) yên sala 1999'an de li Esenderê jiyan xwe ji dest da ziyaretkir. Di serdanê de birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan axivî û diyar kir ku dema kurd bibin yek tu hêz nikare bi kurdan û wiha got: "Şehîdên me tu carî hesabên biçûk nekirin. Divê em jî xwedî şehîdên xwe derkevin. Azadiya gelê kurd gelek nêze. Dema em destên xwe bidin hev tu kes nikarin li hemberî gelê kurd raweste. Wek şervanên YPG/YPJ'ê em ê li ber xwe bidin."

'Em bi şehîdên xwe serbilind in'

Herî dawî jî girse derbasî gundê Taşbasanê bû serdana malbata endamê PKK'ê Faîk Ocalan (Seyfî Gunduz) yê di sala 1997'an de li Botanê jiyana xwe ji dest da bû kirin. Dayika Faîk Ocalan Cemîle Ocalan xêrhatina girseyê kir û got ku tu carî ji bo kurê xwe negiriye û wiha got: "3 kurê min bûn gerîla. 2 jê şehîd ket. Her tim serê min bi wan bilind e. Ne kurê min tenê ne, kurê hemû Kurdistaniyê ne. Şehîd tu carî namirin jin dibin herdem di giyanê me de dijîn."

(kom/zt)