Navenda Şêwirmendiya Viyanê xebatên xwe bi daxuyaniyekê par kir
12:22
JINHA
ŞIRNEX - Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Viyanê ya girêdayî Şaredariya Silopî rapora xwe ya xebatên 2013-2014'an bi daxuyeniyekê ji raya giştî re eşkere kir. Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Viyanê Yelîz Sadak daxuyanî xwend û got: “Li ser du jiniyê me xwe gehand 260 jinan û bi wan jinan re li ser pirsgirêkên wan dan û sitendin kir. Me bi 80 jinan re xebata anketê kir û bi 15 jinan re jî li ser dîroka devkî ya jinên lêkolîn kir.”
Li navçeya Silopî ya Şirnexê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Viyanê rapora xwe ya xebatên 2013-2014'an bi daxuyeniyekê ji raya giştî re eşkere kir. Daxuyaniya ku li ber avahiya Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Viyanê hatî dayîn Hevşaredara Silopî Emîne Esmer, Hevseroka Rêxistina HDP'ê Aycan Azma jî di nav de gelek jin tevil bûn. Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Viyanê Yelîz Sadak daxuyanî xwend û diyar kir ku ji sala 2011'an û pêde wan li ser pirsgirêkên jinan ên herêmê lêkolîn û xebat kirine. Yelîz got ku armanca wan ew ku li Silopî di xebatên xwe de kesayeta jinê derxin holê û li ser vê bingehê xebatên xwe pêk bînin.
‘Li ser mijara du jiniyê me xwe gehand 260 jinan’
Yelîz da zanîn ku li Silopî û herêmê yek ji pirsgirêkên jinan a mezin serhewî an jî du jinî ye û wiha berdewam kir; "Li ser du jiniyê me xwe gehand 260 jinan û bi wan jinan re li ser pirsgirêkên wan dan û sitendin kir. Me bi 80 jinan re xebata anketê kir û bi 15 jinan re jî li ser dîroka devkî ya jinên lêkolîn kir. Li gor lêkolînên me sedema gelek mêr ji Irak û Surî jinan weke serhewî ji xwe re tînin."
Yelîz li ser xebatên ku ji bo aboriya jinê pêş bêxin û atolyeyên pîşeyî jî agahî dan û axaftina xwe wiha domand; "Me di xebatên me de 28 jin tevlî kursa kompîtirê, 18 jin tevlî kursa Hunera Ebrûyê, 25 jin tevlî kursa dirûnkeriyê, 12 jin tevlî kursa aboriya malê û perwerdeya zexîrê, 18 jin jî tevlî kursa kuafortiyê bûn. Niha jî 25 jin li atolyeya me ya tekstîlê ji bo pêşxistina aboriya jinê dixebitin."
Yelîz herî dawî got ku wan piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji bo jin û zarokên koçber bûne xebat dane meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Me ji bo piştgiriya bi gelê Kobanê û Şengalê re xebata pembû komkirinê da destpêkirin û pereyê kum e ji vê xebatê bi dest xistî ji wan re şand. Her wiha 450 zarokên ku ji Şengalê koçber bûn, me perwerdeya dramayê û kreşê da wan."
Piştî Yelîz Hevşaredara Silopî Emîne Esmer jî diyar kir ku ew dê di hemû xebatên xwe de hewl bidin ku ji her alî ve girîngiyê bidin ser jinê. Emîne sala nû li hemû jinên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir û got ku ew hêvî dikin sala 2015'an ji bo jinên her çar aliyê Cîhanê biba sala wekhevî û serkeftinê.
(zt)

