Li ser xetê silava roja 108'an

12:49

RIHA - Berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, di roja 108. de ji aliyê berxwedêrên nobedê yên li gundên Mehser û Miseynterê ve bi çalakiya zincîra ji mirovan hat silavkirin.


Li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê, berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê di roja 108. de ye. Li gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê jî, çalakiyên nobedê yên ji bo çûn û hatina çeteyan a li ser sînor bê astengkirin hatin destpêkirin, dewam dikin. Li van gundên ku Kobanê jê xweş tê dîtin, bi sedan kesî îro jî berê xwe dan Kobanê, zincîra ji mirovan çêkirin û berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê silav kirin. Welatiyên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê hildan, bi destê hev girtin û dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" qîriyan.


(rt)