KJK: 2015 wê bibe sala azadiya jinê
14:06
JINHA
BEHDÎNAN - Koordînasyona KJK’ê sala nû pîroz kir û got: “Sala 2015'an wê bibe sala Avakirina Demokrasiyê û Hevdîtina Mezin a li ser bingeha azadiyê. Wê bibe sala azadiya jinê.Gelê me wê azadiya xwe pêk bîne û xwe bigihîne Rêbertiya xwe.”
Koordînasyona KJK’ê peyama sala nû weşand. KJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê ku kapîtalîzm û netewe dewletên statukoyê dimeşînin rê li ber trajediyên mezin yên mirovahiyê vekirine. KJK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Modera rêveberiya xwe ya piraniyê ya demokratîk ku di nava rengîniya etnîkî, mezhebî-olî û çandî de gelan bi îradeya xwe ji utopyabûnê derxist; di serî de li Kobanê-Efrîn û Cizîrê li gelek qadên Kurdistanê jiyana xweseriya demokratîk û jiyana alternatîf a pergalê bûye model. Pergala kantonên xweseriya demokratîk a hevpar a gelên Mezopotamyayê pergala herî pêşdeçûyî û demokratîk a Rojhilata Navîn e. Bi berdêlên mezin îradeya çareserî û berxwedana demokratîk a Rojhilata Navîn derketiye holê.
em bı hêvî dıkevın sala 2015’an
KJK’ê destnîşan kir ew salek ku hêviyên çareserî, aştî û demokrasiyê bilind bûye li pey xwe hiştine û wiha got: “Di şexsê Kobanê de di dawiya sala 2014’an de şerekî berxwedanê yê ku hêviyê diafirîne hatiye jiyîn. Manîfestoya Çareseriya Demokratîk a Serokatiya me li Kurdistanê li dijî her cureyê şerê dij mirovahiyê dikeve jiyanê. Li Rojhilata Navîn pêngava demokratîk derbas bûye. Bi giştî Kurdistan bû dînamoya Kurdistanê ye. Me di sala 2014’an de dît ku gelên cîhanê di sedsala 21’ê de bi pergala konfederal re tên cem hev. Bi vê hêviyê em dikevin sala 2015’an.
wê bıbe sala azadıya serokatıyê
KJK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Sala 2015’an wê bibe sala avakirina Demokrasî û Hevdîtina Mezin a li ser esasê azadiyê. Wê bibe sala azadiya jinê. Wê azadiya gelê me pêk bê. Wê azadiya Rêbertiya me pêk bê. Di vî alî de sala nû wê ji bo gelê me bibe sala azadiya gelan. Em sala nû ya gelê xwe pîroz dikin. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku her kes ji bo îavakirina vê bibin nefer.”
Kaynak: ANF
(zt)

