Cenazeyê Şervana YPJ’ê Esma Alpaslan li Amedê hat veşartin
14:39
JINHA
AMED – Cenazeyê Şervana YPJ'ê Esma Alpaslan (Delîla Şîmel) a ku li Kobanê di 29'ê kanûnê de di Şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Goristanê Yenikoyê ya navçeya Rezan a Amedê ji aliyê sedan kesî ve hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Esma Alpaslan (Delîla Şîmel) a ku li Kobanê di 29'ê kanûnê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Goristanê Yenikoyê ya navçeya Rezan a Amedê ji aliyê sedan kesê ve hate definkirin. Endamên MEYA-DER, reveberên DBP'ê, hevşaredarên Peyasê û Rezanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Elî Şîmşek,TUHA-DER, DİYA-DER, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kîşanak û Firat Anli û sedan kes tevli merasîme cenazeyê şervana YPJ'ê bûn. Piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Goristana Yenîkoyê darbesta Şervana YPJ'ê Esma ala PKK'ê hatî pêçandin jinan li ser milê xwe kirin û ber bi goristanê ve birin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Şervana YPJ'ê Esma hatin vekirin û dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe", "Bîjî Serok Apo", "Bîjî berxwedan Kobanê", "Bijî YPG/YPJ" û " Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" hate berzkirin.
‘Şervanên me li Koban û Şengalê ji bo rometê şer dikin’
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Elî Şîmşek despêkê ji bo malbata Esma sersaxî xwest û got: “Şervanên me li Koban û Şengalê şerê rometê didin. Ew ji bo hemû mirovahiyê şer dikin. Şehîdên me bi tekoşîna xwe dîroka Kurdistanê bi xwîna xwe dinivîsînin.”
Malbata Endama YPJ’ê Esma li Mala Şînê ya Dîcleyê konê şînê danîne û sersaxiyan qebûldikin.
(zt)

