‘Li Girtîgeha Şakranê kirinên dermirovane berdewam dikin’

14:51

 


JINHA


ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Nursel Aydogan a çû serdana girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê diyar kir ku girtiyên jin rastî lêgerîna tazî tên, yên ku îtiraz dikin jî rastî îşkenceyan tên û tên birîndarkirin. Li gorî agahiyên Nursel da girtiya bi navê Fethiye Çakmak rastî êrîşê hatiye û tiliya wî şikestiye, Meryem Soylemez, Sevcan Atak û Behiye Akbalik jî birîndar bûne. 

Parlamertera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan têkîldarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şakranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Nursel di daxuyaniya xwe de anî ziman ku girtîgehên Tirkiyeyê bûne cihên pêkûtî û zilmê û li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê di 25’ê kanûnê de çûye serdana girtiyan û hevdîtin pêk aniye. Nursel da xuyand ku bi agahiya rêyaderaên girtîgehê li dijî girtiyên jin pêkanînên nemirovî tên kirin. 

‘Rapor nedan girtiyên hatin derbkirin’

Nursel di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di nava mijdara 2014’an de girtiyên jin di bin navê lêgerînê de hatine tazîkirin û girtiyên bi navên Meryem Soylemez û Şîrîn Paksoy ji ber ku li dijî vê yekê derketine rastî êrîşê hatine. Nursel da diyarkirin ku dema ferzkirina lêgerîna tazî de tiliya girtiya bi navê Fethiye Çakmak hatiye şikênandin, dîsa Sevcan Atak û Behiye Akbalik jî hatine derbkirin û birîndarkirin. Nursel da diyarkirin ku li girtîgehan pêkanînên kêfî hene û name dereng didin girtiyan, bi cezayên dîsîplînê ve tehliyeya girtiyan dereng dixin. 


Nursel di daxuyaniya xwe de anî ziman ku tiştên ku ji aliyê girtiyan ve jê re hatine ragihandin ji Wezareta Dadê re hatine ragihandin, hêviya wan ew e ku Wezareta Dadê jî têkîldarî tiştên li Girtîgeha Şakranê diqewime raya giştî agahdar bike û ji bo çareseriyê gav bavêje. 

(zt)