Kampaniya'Kobanê li berxwedide û piştevaniya jinan jî didome'

10:56

 


JINHA


STENBOL - Meclîsa Jinên HDK'ê kampaniyek bi dûrişma'Kobanê berxwedide û piştevaniya jinan jî didome'da despêkirin. Endama Koordînasyona Jinên HDK'ê Beycan Taşkiran diyar kir ku, ewê berxwedana jinan ya Rojava ji hemû cîhanê re vebêjin û wiha got: "Erkê me yê herî girîng ewe ku em vê şoreşê fêmbikin û bidin fêmkirine. Emê li hember pergala dest hilatiyê xwe bi rêxistin bikin û tekoşîna jinan bilind bikin."


Meclîsa Jinên HDK'a Stenbolê, ji roja ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşê ser Şengal û Kobanê kiriye bê navber çalakiyên piştgiriyê didomîne. Meclîsa Jinên HDK'ê piştî êrîşê DAIŞ'ê ser Şengalê çalakiya "Çarşema Sor" li darxist û di heman demê de jî ji bo piştgiriya gelê Kobanê çûn ber sînorê Kobanê. Meclîsa Jinên HDK'ê vê car jî kampanî bi dûrişmeya "Kobanê li berxwedide û piştevaniya jinan jî didome" da despêkirin. Meclîsa Jinên HDK'ê di çerçoveya Kampaniyê de wê di 5'ê çileyê de biçin sînora Kobanê û Kona Meclîsa Jinên HDK'ê bê vekirin. Endama Koordînasyona Jinên HDK'ê Beycan Taşkiran da zanîn ku, armanca kampaniyê wan piştgirî dayîna jinên Şengal û Kobanê ye û Beycan dest nîşan kir ku, ewê Şoreşa Rojava ji jinên cîhanê re vebêjin.


'Şoreşa Jinên Rojava wê ji hemû jinên cîhanê re were vegotin'


Beycan diyar kir ku, di çalakiyên ku li meydanan de pêktînen  Şengal û Kobaniyan didin nasîn û di heman demê de xebat ji bo jin û zarokên Konbanê û Şengaliyan piştgariya alîkariyê bi rêxistin dikin. Beycan bi lêvkir ku, di çerçoveya kampaniyê de, piştgiriyên civakî,xebatên bi dildarî, pirsgirêkê jinan gûhdar kirin û bûne alîkar esas têne girtin. Beycan dest nîşan kir ku,ew  bilindbûna şoreş û berxwedana jinên Rojava bi jinên cîhan û Tirkiyê re didin nasandin. Beycan derbarê konê ku wê li Pîrsûsê vekin de agahî da û wiha got: "Kon wê herdem vekirî bimîne. Ji ber vê yekê jin wê bi awayek dorene nobetê bigre. Di mehên pêşîde jî ewê xebatên berfireh bê meşandin. Di  xebatê jinan de wê muneqeşe li ser berxwedana jinên Rojhilata Navîn,azadiya jinan,parastina cewherî ya jinan û pergala desthilatiya mêr were pêşxistin. Armanca me çûyina Rojava û ji nêzde modela jiyana nû ya jinan dîtine."


'Wê tekoşîna me li hember pergala desthilatiya mêr bilind bibe'


Beycan banga alîkariya welatiyên Şengal û Kobaniyan kir û da zanîn ku  ew dikarin bi rêya medya û maîlê alîkariyên xwe bighînin welatiyan. Beycan bi lêvkir ku ewê alîkariyê heya 5'ê çilehê bê komkirin û armanc dikin ku wan alîkariyan bighînin  hezar jin. Beycan  got:"Em dixwezin bi vê kampaniyê bibînin ku jin nehatine jibîr kirin û alîkari tê dayîn." Beycan dest nîşan kir ku sala 2014'e ji bo jinan bo qûnaxak a bilindbûnê û wiha dawî li gotinê xwe anî:  " Erkê me yê herî girîng ewe ku em vê şoreşê fêmbikin û bidin fêmkirine. Emê li hember pergala desthilatiyê mêr xwe bi rêxistin bikin û tekoşîna jinan bilind bikin."


(rt/zt)