'Berxwedêrên Kobanê behrema herî mezin a hunerê nivîsandin'

11:11

 


JINHA


RIHA  - Hunermendan diyar kirin ku, berxwedana Kobanê dê mora xwe li hunera 2015'an bide û berxwedan ne tenê ji bo hunermendên kurd û tirk ji bo hunermendên cihanê bibe çavkaniya îlhamê. Endamên Koma Agirê Jiyan Alî Geçîmlû nirxandina "Li Kobanê jinên me yên azad, li Kobanê ya dilê Kurdistanê ye bi berxwedanê wêjeya herî mezin afirandin, berhema herî mezin a hunerê nivîsandin" kir. 


Berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dan destpêkirin kete roja 109'an. Nobeta berxwedanê ya li gundan a ku bû parçeyeke berxwedanê jî her roj bi tevlibûna kesên ji welatên cuda û derûdorên cuda tên beşdar dibin ve her diçe mezin dibe. Hunermendên endamên Hewldana Hunera Azad ên hatin gundê Meserê diyar kirin 2015 dê bibe sala hunerê û berxwedana Kobanê dê ji bo hemû hunermendên cihanê bibe îlham.


'Qibleya Kurdistanê Kobanê ye'


Hunermend Serhat Çarnewa yê diyar kir Kobanê bi berxwedanê bû qibleya hemû Kurdistanê û wiha berdewam kir: "Ji ber ku ev berxwedan êdî vegeriyaye efsaneyê. Ne tenê em hemû hunermendên cihanê wisa dinêrin. Li wir jinên kurd pêşengiyê ji bo vê efsaneyê dikin. Dibe ku niha ji bo vê berxwedanê hilberîna bermemên hunerê kêm bin lê hêviya min ewe ku dê rojên pêş de ev  ji bo gelek beşên huner û hunermendan bibe çavkaniya îlhamê."


'Yên li ber xwe dan berhema hunerê nivîsandin'


Endamên Koma Agirê Jiyan Alî Geçîmlî jî diyar kir ku Kobanê ji bo kurdan hem di warê siyaset hem jî yekîtiyê de deriyeke berfireh vekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lİ Kobanê jinên me yên azad, li Kobanê ya dilê Kurdistanê ye bi berxwedanê wêjeya herî mezin afirandin, berhema herî mezin a hunerê nivîsandin Têkoşîn û berxwedana herî mezin a cihanê dan. Em jî wekî hunermend ji vê roman û têkoşîna rêxistinkirî hêzê bigirin û hilberîna hunerê bikin." Alî bilev kir ku di pêşerojê de hemû hunermendên enternasyonal û şoreşger dê bi berhemên xwe ve vê berxwedanê silav bikin û wiha axivî: "Divê em wekî berxwedana birûmet û mezin a şehîdên Kobanê, Şengal û Kurdistanê hunereke xurt derxînin holê."


'Jinan li Kobanê felsefeya azadiyê vegotin'


Hunermend Pinar Aydinlar jî destnîşna kir ku berxwedana Kobanê navê xwe li 2014'an xistiye û vê berxwedanê li hemû gelên cihanê re nîşan daye ku berxwedanê destekftiyeke çawa derxistiye holê. Pinar wiha got: "Yên ku bi pêşengiya jinan ji bo azadî, nasname û pêşeroja xwe bedelan didin li mewziyan dema şer dikin hunera ku sembola berxwedanê ye derxistin holê." Pinar derbirî ku jinan li Kobanê careke din felsefeya azadiyê vegotine.


'Jin evqas azad nebûbûn'


Endamê Koma Muzîkê ya Golgedekîler Sînan Gokçe jî nirxandina "Di serdena me ya ewil de me nemirbûna Kader Ortakaya dît, niha jî me pirtûkxaneya li ser navê wê hatiye vekirin dît. Em li aliyeke xemgîn bin jî di serî de di şexsên Kader Ortakaya û Arîn Mîrkan de rojên ku ji bo mirovahiyê weteyeke girîng îfade dikin dijîn" kir. Sînan bilêv kir li tu deverên cihanê mînakeke din a jin evqas azad bûne nîne. Sînan da zanîn ku berxwedana Kobanê mora xwe li 2014'an daye û wiha axivî: "Berxwedanên bi vî rengî wekî di mînaka Stanlîngradê dema ku jiyanê rizgar dike û digihije serkeftinê dê bi berhemên mezin û xweşik bê xemilandin. Hunermendên ku ji rastiya Kurdistanê qut nebin dê pêşerojê de li gorî berxwedana Kobanê berhemên hunerê derxîne holê."


(rt/zt)