Li ser sînorê Kobanê silava roja 109'an
11:50
JINHA
RIHA -Bi sedan kesên li gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê çalakiya nobedê dewam dikin, bi avakirina zincîra ji mirovan re berxwedana Kobanê di roja 109. de silav kirin.
Li gel berxwedana YPG/YPJ'ê ya li hemberî hewldanên dagirkeriya Kobanê, nobeda li gundên Mehser û Miseynter a ji bo girtina sînor li derbasbûna çeteyan hat destpêkirin, dewam dike. Bi sedan çalakgeran bi destê hev girtin û berxwedana Kobanê silav kirin. Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê hildan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav" û "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" qîriyan.
Piştî çalakiyê li gund paqijiya hawirdorê hat kirin.
(rt)

