Esma Semsur: Azadî xwe gihandina heqîqeta xwe bi xwe ye
12:02
JINHA
QENDÎL - Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsur bersiva pirsa jina azad kiye? da û wiha got: "Azadî diesasê xwe de heqîqeta xwe bi xwe avadike ye."
Endama Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Esma Semsur mijarên jina azad kiye, îfadeya jiyana jina azad çiye, têkoşîna xwe gihandina jina azad çawan tê meşandin nirxandin û diyar kir ku azadiya jinan weke qadeke mayînkirî ya bi dafikan tijeye. Esma da zanîn ku ji bo jinan danasîna azadiyê gelek zore û wiha axivî: "Dibin navê dîziya keda jinê de, bi her awayî kapîtalizmê rê li ber îstîsmara jinan vekiriye. Ji ber vê yekê azadiya jinan week qadeke mayînkirî ya bi dafikan tijeye. Girêdana jiyanê ya jinan û jinan ji hemû sextekariyan û xapandinan xelaskirin, bi serê xwe çalakiyekê azadiye ye. Ji bo dîtina jiyana ku li ser derewan şaş hatî avakirin û ew hîskirin bi ruh û zanebûne azadiyê ve girêdayî ye. Ji derveyî bîrê, bîr nayê pênase kirin. Ev yek dîtin û hîskirin heqîqeteke mezin e. Heqîqet jî hêza çewherî û bingeha jiyana çewheriye. Ji bo ku em karibin deriyê azadiyê vekin, divê em heqîqetê nasbikin. Ji ber vê yekê Rêbertiya me dibêje; 'Heqîqet eşqe, eşq jî jiyana azad e'. "
azadî koletıyê red deke
Esma da zanîn ku divê jin xwe bi xwe avabike û wiha bilêv kir: "Di esas de azadî xwe gihandina heqîqetê ye û di her qadê de fikir û ramana xwe avakirin. Ji ber vê yekê di hişmendiyê de divê şoreşên pir kûr û balkêş bên çêkirin. Ji ber ku hişmendî û zekaya mirovan pir hatiye parçekirin. Ji bo derbaskirina vê yekê jî pêdivî bi zanebûn û rexistinbûyîna civakî û dîrokî heye. Ger tu vîn û biryardariya xwe bikarî danî holê, wê demÊ tu heyî û ev yek jî azadiye. Ger tu tunebî, wê demê hîna jî tu koleyî. Ji ber ku azadî pir jiyaniye. Mirov çawan nefes bigre û bistîne, wisan difikire, wisan bi wate dike û li gorî wê dijî."
avabûna nasnameyê
Esma der barê pirsa têkoşîna ji bo jina azad çawan divê bê dayîn de wiha got: "Ji bo vê yekê şerekê bê eman lazime û di heman demê de cesaretek mezin dixwaze. Pêvajoya têkoşînê ya bi awayekê takekesî, bêhêzbûneke mezin bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê avabûna nasnameya rêxistinbûyîna jinan û têkoşîneke birêxistin kirî ji nan û avê pêwîsttire. Ji bo ku jin karibe hebûna xwe derbixwe holê, pêdivî bi civakbûyînê heye. Ji xwe pênasekirina nasnameya jinan civakbûyîna wê ye. Ji hevzayendiya xwe heskirin, ew vîn dîtin û hebûna wê derxistina holê bi hevparbûnê ve bi wateye."
Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsur bal kişand ser pîvana estetîkê û wiha domand: "Divê jin hemû potensiyel û enerjiya xwe bi awayekê rast îfade bike û bêxwe pratîkê. Divê rêbazên vê yên rast bên zanîn. Divê jin li dijî hemû paşveroyan, ziman, tevger, sekin, tempo û herikbariyekê qezenç bike. Ev yek jî dibe siyaseta demokratîk. Ger dê pênasekirina siyaseta demokratîk dê bê çêkirin, divê di çarçoveya hebûna jinê de bê çêkirin. Divê jin jî zilam jî li gorî vê yekê karibin xwe pêş bixin."
(aw)

