Li Stenbolê ser zarokek keç ya 14 salî êrîşê tecevûzê!

13:45

 


JINHA


STENBOL - Hat hînbûn ku  li Buyukçekmecê ya Stenbolê zaroka keç ya 14 salî Ç.K, ji aliyê mêrek 50 salî H.D  ve hat revandin û piştre hate tecevûz kirin. Hat zanîn ku berî vê jî Ç.K  ji aliyê bav, bira û cîranê xwe ve jî hatiye tecevûz kirin. Derbarê buyerê de lêkolîn didome.


Li Navçeya Buyukçekmecê ya Stenbolê  zaroka keç ya 14 salî Ç.K  tevî malabata xwe di cihê ajalan de hem dixebitin hem jî jiyana xwe li wir didomînin. Mêrê 50'î salî H.D ku ew jî di cihê ajalan de dixebitî zaroka keç ya 14 salî Ç.K  piştî ku direvîne tecevûz dike. Li gorî nûçeya nûçegihan Mesut Turan jî Ç.K ya berî vê bi 10 rojan winda bûye, bi fermana dozgerê Buyukçekmecê di çerçoveya lêpirsînê ekîbên leşkeran de, Ç.K li Zeytinburnê mala H.D bi awayek gelek car tecevûz kiri hate dîtin.


Di encama lêpirsîna dozgeriyê de jî hat ezanîn ku Ç.K gelek car ji aliyê bav, bira û cîranên xwe ve hatiye tecevûz kirin. Bavê Ç.K,cîran û H.D ji aliyê polîsan ve hatin bin çavkirin lê birayê wê di bin çavderiyê polîsan de serbest hate berdan.


Ç.K hat girtina binçavan. Dozgerê Buyukçekmecê ji bo bûyera tecevûzê lêkolînên xwe didomînin.


(rt/zt)