Cenezeyê YPG'î Serhad û MLKP'î Oguz ji bo otopsiyê anîn Rihayê
16:18
JINHA
RIHA - Cenazeyên şervanê YPG'ê Serhad Çelîk (Qendîl Amed) û şerwanê MLKP'ê Oguz Saruhan (Algan Zafîr ) li Kobanê de di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, ji hêla MEYADER'ê û malbatên wan anîn Pirsûsê û ji bo otopsiyê şandin Rihayê.
Cenazeyên şervanê YPG'ê Serhad Çelîk (Qendîl Amed) di roja 28'ê kanûnê û şerwanê MLKP'ê Oguz Saruhan (Algan Zafîr ) yên 30'ê kanûnê li Kobanê de di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, ji hêla MEYADER'ê û malbatên wan ji deriyê Murşîtpinarê de anîn Pirsûsê. Cenazeyên Serhad û Oguz bi girseyî anîn Pirsûsê û piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê mûamelê wan hat dîtin, bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwdana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG-YPJ'ê" de ber ve Rihayê de çû. Piştî otopsiyên cenazeyên Serhad û Oguz li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê biqede, dê cenazê Oguz li Dêrîkê gundê Şêx Ahmed, cenazeyê Serhad jî li welatê wî Amedê Goristana Yenîkoyê bên definkirin.
(kom/zt)

