'Şerê di navbera kesên dixwazin bijîn û yên li dijî vê derdikevin de ye'
10:22
JINHA
RIHA - Endamê Devrîmcî Anarşîst Faaliyetê Gurşat Ozdamar ê ku ji roja berxwedana Kobanê dest pêkir heya niha li sînor bi dorveger nobetê digire diyar kir ku berxwedana Kobanê divê di dîroka cîhanê de cih bigire û wiha got: "Şerê li vir di navbera kesên dixwazin bijîn û kesên li dijî vê yekê derdikevin de ye."
Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de dest pê kir di roja 110'an de berdewam dike û ligel vê yekê welatiyên li sînor jî nobeta xwe ya berxwedanê bênavber didomînin. Çalakiya nobeta berxwedanê ya li gundên Mehser û Miseynterê bi tevlîbûna welatiyên ji cîhanê û Tirkiyeyê tên berdewam dike. Ji wan kesan yek jê Gurşat Ozdamar ê ku di Devrîmcî Anarşîst Faaliyetê de xebatên xwe dimeşîne. Gurşat diyar kir ku berxwedan sînerjiyeke hevpar dide û şerê li Kobanê di navbera kesên jiyanê diparêzin û yên li dijî jiyanê de ye.
'Êrîş li hemberî modela jiyana nû têk bibine'
Gurşat anî ziman ku ji roj berxwedana Kobanê dest pê kir heya niha li sînor e û wiha got: "Weke DAF ji roja berxwedana Kobanê dest pê kir heya niha dorveger em li vir in. Ez jî nêzî 20 rojan im li vir im. Şoreşa Rojava ji bo me gelek girîng e. Ceribandina gelek bi daxwaze xwe bijî ye." Gurşat anî ziman ku armanca êrîşan bi tunekirina şoreşa Rojava re hemû jiyana azad tunekirin e û wiha axivî: "Sedemek êrîşê yekê jî ev e. Yanî êrîşa çeteyan tenê ji bo perçeyek axê bi dest bixin nîn e armanc tunekirina modela jiyana nû ye. Daxwaza gel a jiyanê tunekirin e.Hinek hêz ji vê yêkê nerihet in. Dixwazin gel di nava sînoran de girêdayî wan bijîn."
'Malbat bi berxwedana zarokên xwe serbilind in'
Gurşat da zanîn ku Kobanê û Pirsûs ji hev cuda nîn in û wiha pê de çû: "Sînor xêzkirine lê li vir mirov heman xemgîniyê dijîn û heman têkoşînê dimeşînin. Xizim û cîranên hev in." Ozdamar hîsên gel ên li sînor wiha vegotin: "Li vir sekneke hem bi diltirs û hem jî bi hêvî heye. Malbatên zarokên wan li wir şer dikin dema şer temaşe dikin bi zarokên xwe yên ber xwe didin serbilind in û bi dengên çekan jî diltirs in."
'Berxwedana Kobanê ji hemû cîhanê re bû mînak'
Gurşat bilêv kir ku serkeftina Kobanê dê ji hemû cîhanê re bibe mînak û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Serkeftina Kobanê tenê ji bo şoreşa Rojava û Kobanê na dê ji hemû cîhanê re bibe dîrokekî mînak. Sînerjiyeke vê têkoşînê ya hevpar heye. Çawa ji bo şoreşa anarşîst a di sala 1936'an a li Îspanyayê hemû cîhan bû seferber ji bo Kobanê jî li her derê cîhanê mirov hatin û xwedî li vê têkoşînê derketin."
'Şerê li vir di navbera kesên jiyanê diparêzin û yên li dijî jiyanê de ye'
Gurşat destnîşan kir ku mirov ji bo parastina jiyanê hatin sînor û tevlî berxwedana Kobanê bûn û wiha dawî li axaftina xwe anîn: "Enerjiya rastî jî ev e. Ya DAIŞ û dewletan hesab nekirî ev bû. Difirkîrîn ku dê mirov birevin lê mirovan jiyana xwe bernedan. Têkoşîna li vir parastina jiyanê bû. Şerê li vir di navbera kesên jiyanê diparêzin û li dijî jiyanê de ye."
(zt)

