Ji berxwedana Kobanê wêne
10:25
JINHA
KOBANÊ - Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 110'emîn de berdewam dike. Ji kesên sivîl, şervan û bajarê vegeriya enkazê hin wêne.
Wêneyê yêkemîn: Avahiya wesayîta bombebarkirî texrîp kirî hêviya kobaniyan a serkeftinê zînde ye
Wêneyê duyemîn: "Em bernadin vê dîlanê" biryarbûna berxwedanê ya li ser dîwaran hatî nexşkirin
Wêneyê sêyemîn: Şervanên kumanyayên xwe girtin û ber bi çerperên berxwedanê ve diçin
Wêneyê çaremîn: Ji sivîlên Kobanê terk nekirin wêneyek
Wêneyê pêncemîn: Bavekê di nava YPG'ê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike û zarokên li ser çokê wî aramiyê peyda dike
Wêneyê şeşemîn: Bîranînên kobaniyên neçar mayîn malên xwe terk bikin ên li ser dîwaran hêj dijîn
Wêneyê heftemîn: Her tişt li cih e û li benda xwediyê xwe yê vegere ye
Wêneyê heştemîn: Kergoşka di nava bajarê ji ber şer hilweşiya digere
Wêneyê nehemîn: Gotinên helbestvanê kurd Cergexwîn ên li ser dîwarê Navenda Çand û Hunerê ji aliyê çeteyan ve hatî gulebarankirin
Wêneyê dehemîn: Kobaniyê axa xwe diparêze û ligel temenê wê yê borî li kolanên bajar di nobetê de ye
Wêneyê yazdemîn: Zarokekî Kobanê bi dostê xwe re di nava bajar de digere
Wêneyê dozdemîn: Zarokek di hedefa guleyên ji wî mezintir
Wêneyê sêzdemîn: Welatiyên Kobanê yên ligel temenên xwe yên borî di berxwedanê cih digirin û silavê dişînin
Wêneyê çardemîn: Rojbîna Kobanê piştî li eniya şer şervanên YPG û YPJ'ê ziyaret kir bi şervaneke YPG'ê re vedigere mala xwe
Wêneyê pazdemîn: Li Kobanê roja ava dibe û şervanên YPG û YPJ'ê di çeperan de ne
(zt)

