'Tenê îstihdama jinan di gotinê de maye'

10:52

 


Derya Ceylan-Mizgin Tabu / JINHA


AMED – Hînkara Zanistên Civaki ya Zanîngeha Stenbolê û Profesora Îktisadê Nuray Erguneş diyar kir ku îstihdama jinan tenê di gotinê de heye û got: “Hem din ava malê de jinan bi karê malê ve girêdidin û hem jî din ava jiyana kar de bi modela îstihdamê ya em qet ser neramiyane re ru bir u dibin.”


Weke her salê di sala 2014’an de jî li Tirkiyê weke her qadê di qada aboriyê de jî jin ji bo tekoşîna mafê xwe li qadanbûn. Di qadên weke îstihdam, civakî û medyayê de herî zêde di sala 2014’an de pirsgirêkên xwe anîn ziman. Li gel van jî di aliyê pirsgirêkên weke hêza kar ya kêm dîtin û bi muçeyê kêm xebitandinê, di medyayê de rastî bêmafiyan hatinê jinan rêyek dîtine. Di sala 2014’an de 100 hezar jinan ji bo kar serlêdan kirine û ji wan jî ji sedî 37’ê wan nûne. Li tevahiya Tirkiyê bi giştî di 73 navendan de ji bo cîhgirtina jinan di qadên aboriyê de giringe. Li gel wê jî di 8 navendan de jî hewildan, serlêdan û cîhgirtina jinan di aboriyê de kême. Seroka Komeleya Karmendên Jin ya Amedê Reyhan Aktar pêşketina jinan di qadên aboriyê de giring dibîne û li Tirkiyê newekheviya di qadên aboriyê de nirxand.


‘Pêşketina jinan ya qadên aboriyê li hemû navendan ne wekheve’   


Reyhan da zanîn k udi sala 2014’an de di qadên civakî û aborî de li hemû navendan baş beşdar nebûne û wiha got: “Dema ku em li îstihdama jinan ya di kar de binêrin Edirne di rêza yekê de tê dîtin. Li hemberî vê jî li Şirnexê di asta herî kêm de îstihdama jinan tê dîtin. Li gorî hijmarên tên dîtin navendên herêmê cihek yê xemgîniyê nîşan didin. Herî zêde jinên esnaf jî li Eskîşehîrê tên dîtin. Li beranberî vê ya herî kêm jî Sêrt tê dîtin. Di aliyê vekirina cihên xwedîkirina ajalan de jî Rîze tê dîtin li hemberî wê jî herî kêm Sêrt tê dîtin. Di aliyê xizmetên civakî de jî rêjeya herî zêde Îzmîşîr li hemberî wê ya herî kêm jî Colemêrge.”


‘Encamên TUÎK’ê nebaşin’


Reyhan anî ziman ku encamên Saziya Îstihdama Tirkiyê (TUÎK) ê ya îstihdama jinan li navend û hermênan başnebû û wiha domand: “Em ji TUÎK’ê encamên erênî nikarin bigirin. Dema ku em li Amed û Rihayê dinêrin TRC 2 ê ev her du navend weke têkel kirine. Ev rewş pir baş nîne. Ji ber her çiqas hijmarên îstihdamê yên du navendan weke hev bixweyên jî lê di aliyê xizmetên civakî de du navendên ji hev cudane. Ji  ber wê jî beriya em vê rewşê baş binirxînin divê em hinek kêmaniyan paşçav nekin.”


‘Divê xebatên aboriyê profesyonel bibin’


Reyhan destnîşan kir ku ji bo şopandina îstihdamê ew neçarin ku hijmarên ne fermîn jî bişopînin û wiha berdewam kir: “Di sala 2014’an de li gorî îstihdama herêmê ya mehane di navbera 27, 28, 30 an de tê guhertin. Dema em lêdinêrin li Amedê hijmarek bi qasî 9-12 jî nayê dîtin. Di navberê de ferqek mezin heye. Ji ber wê jî em di mijara pir kar nehatiye kirin de hemfikirin. Xebatek pir biçuk bi qasî jinan ji rewşa feqîriyê derxîne tê kirin, lê ev kême.”


‘Divê jin di navendên kar de bi cesaret û şiyar bin’


Reyhan derbirî ku wan ji bo giştî pirsgirêkên ku her sal jin ras tên pêşniyar pêşxistine. Reyhan bilêv kir ku divê jin di herêmên kar de zêdetir bi cesaretbin û wiha dom kir: “Ji bo jin din ava kar de bi cesaret tevbigerin divê despêkê bawerî bi hêza xwe ya cewherî bînin. Dê ev bawerî û cesaret zêdetir karê wan jî hêsan bike.”


‘Îstihdam di gotinê de tê dîtin’


Hînkara Zanistên Civaki ya Zanîngeha Stenbolê û Profesora Îktisadê Nuray Erguneş jî polîtîkayên hikumetê ya girêdayî îstihdamê rexnekir û got: “Hikumet girêdayî îstihdamê karên weke têgihên ‘karê li gorî mirovan’ dernaxin. Bi tayîbetî jî ji bo jinan herêmê kar kêmin û li cihê kar hêsan bike hemû jin têde bikarin bixebitin, bi nêzîkatiyên weke binê derîncan jinan ji navendên kar didin durxistin. Rewşê bi vî rengî ji bom e pir bê wate tên. Tenê di gotinê de îstihdam heye. Hem jin din ava malê de kar dike û hem jî din ava têgihên kar yên em ser nefikirîne jî bi modelek ya îstihdamê re ru bir u dimînin.”  


‘Beşî başkirin polîtîkaya giştiya malbatane’


Nuray sala 2014’an di aliyê îstihdama jinan din ava xizmetên civakî û giştî aboriyê de wiha nirxand: “Di belavkariya xebatên xizmetên civakî de jin zêdetir ratî şertên zor tên. Polîtîkayên di malan de jin li hemû karên nava malê, zarokan, pîr û kalan dinêrin pêşxistine.”


 


 (zt)