Ji berxwedêrên li ser sînor silava 110 rojan

11:28

 


JINHA


RIHA - Bi sedan kesên ku li gundên Mehser û Miseynterê nobeta berxwedanê digirin zincîra mirovan li dar xistin û berxwedana Kobanê ya 110'an di bin baranê de silav kirin.


Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de bi armanca dagirkirina Kobanê de di roja 110'an de didome. Berxwedana bêhempa ya welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê li ser sînorê Kobanê nobetê digrin jî, bênavber dewam dike. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DİK) û bi sedan kesên ji 7 salî heta 70'ê salî bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê di bin baranê de silav kirin. Welatiyên ku destên hevdu girtin berê xwe dan Kobanê, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên YPG’ê vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” “Silav silav ji Kobanê re hezar silav” “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” berz kirin.


Piştî çalakiyê li gundan paqijiya hawirdorê kirin.


(kom/zt)