DOKH’ê ji bo sê jinên azad bernameya xwe ya bîranînan diyar kir

13:04

 


JINHA


AMED - Dê 2'emîn salvegera qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên kurd li Amed û navçeyên wê bi bernameyên bîrnanê bên lidarxistin.

Di 9'ê Çileya sala 2013'an de li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd ên bi navê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Bi boneya 2'emîn salvegera komkujiyê dê li Amedê ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH)’ê ve di 4'ê çileyê de dest bi bernameyên li darxistina çalakiyên bîranînan bên kirin û di 9'ê Çileyê de jî çalakî bi meşekê dawî bikin.

DOKH’ê bernameya xwe ya Amed û navçeyên wê ya bîranînan wiha dan diyar kirin:

“ 4'ê çileyê: Li Navenda Jinêna a Nujiyan a Bismilê bîranîn

6'ê çileyê: EPÎDEM û Akademiya Jinan dê li Akademiya Jinan pêşandana sînevîzyonê li dar bixin.

Hevbirên KESK'ê jî dê li Navenda Ciwanan a Çandê ya Cegerxwîn bîranînê li dar bixe.

7'ê çileyê: Li Bismilê meş dê bê lidarxistin.

Rêxistina DBP'ê ya Peyasê dê merasîma bîranînê bê lidarxistin.

8'ê çileyê: Dê li Navenda Ciwanan a Çandê ya Cegerxwînê pêşengeha wêneyan dê bê vekirin. 

9'ê çileyê: Dê li Amedê bi dirûşma "Riya we riya me soza we soza me ye" ji Qada Batikentê heya Qada Îstasyonê meşek bê lidarxistin.

Di 9'ê Çileyê de dê li heman bajaran meş bên lidarxistin.”


(zt)