Cenazeyê Şervanê YPG’ê Serhat li Amedê sipartin axê
13:12
JINHA
AMED - Şervanê YPG’ê Serhat Çelîk (Kandîl Amed) ku li Kobanê jiyan xwe ji dest da cenazeyê bi merasîmek girseyî hat definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Serhat Çelîk ku li Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bi pêşengiya MEYADER’ê li Amedê bi merasîmekê hat definkirin. Cenazeyê Serhat îro anîn mizgefta Yenîkoy û piştî wecîbeyên olî berbi goristanê ve derxistin rê.
Gelek kes tevli merasîmê bûn û posterên Serhat vekirin. Ala kesk, sor û zer li tabutê hat gerandin û bê navber dirûşmeyên ‘Hevalê Serhat nemire, Kurdistan ê ji DAIŞ’ê re bibe gor, kujer DAIŞ, hevkar AKP, Bijî serok Apo’ hatin berzkirin. Piştî meşê deqeyek rêz hat girtin û Hevseroka MEYA-DER’ê Leyla Ayaz axivî û da zainîn ku ev 110 roje li Kobanê berxwedana dîrokê tê dayîn û got şervanê YPG’ê Serhat ne şehîdê yekem û ne jî yê dawiye. Leyla got têkoşîn didome û wiha got: “Em li vir soz didin hevalê xwe. Heta Kobanê û Kurdistan azad nebe emê di vê rê de bimeşin.”
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek jî got: “Sekin û berxwedana dîrokî bi wate kir. Ji Şengalê heta Kerkukê û ji wir heta Kobanê li gelek cihên Kurdistanê li dijî zilmê berxwedan tê dayîn. Hevalên me li qadên şer têdikoşin û jiyana xwe ji dest didin. Bêguman hemû şehîdên Kurdistanê ne. Yên dîrokê dinivîsin ewin. Ji bo vê em her tim şopdarên wanin.”
Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû û gel derbasî mala şînê ya Hewêdaniyan bûn.
(zt)

