Çeteyên El Nusra du jinên Îtalyan revandin

14:25

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN -  Du jinên Îtalyanê ên ku berî çend mehan ji aliyê çeteyên  El Nusra ve hatibûn revandin vîdeoyê wan di Youtubê de hate belav kirin.Di dîmenan de herdû jinan bang li hûkmeta Îtalyayê kir û wiha gotin:"Em di nava tehlukeyek mezin dene.Berpirsyarê jiyana me hûkmete bi xweye."


Greta Ramelliya 20 salî û Vanessa Marzullo ya 21 salî bi erkê pêwirdiyê ji Îtalya yê hatibûn Sûriyê. Di 31'ê tîrmehê de li Halebê ji aliyê çeteyên El Nusra ya girêdayî El Qaîdê ve hatibûn revandin. Li gorî nûçeyê Telegraphê jî hate diyar kirin ku, bûyer piştî ku çeteyên El Nusra dîmen li ser Youtubê belav kirine derket holê. Di dîmenan de jinan ji jiyana xwe hûkmetê berpirsyar girtin û wiha bang li hûkmetê kirin: "Em di nava tehlukeyek mezin de dijîn, berpirsê jiyana me hûkmet bi xwe ye."


(rt/zt)