Nazan Ustundag: Divê DAIŞ ji holê bê rakirin

14:58

 


Mizgîn Tabu / JINHA


STENBOL - Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Doç. Dr. Nazan Ustundag anî ziman ku armanca DAIŞ’ê ji holê rakirina aştiya civakî ya Rojava ye û divê DAIŞ ji holê bê rakirin.


Çend roj berê SAMER’ê, der barê çeteyên DAIŞ’ê raporek amade kiribû û bi raya giştî re parve kiribû. Doç. Dr. Nazan Ustundag diyar kir ku 3 mehan li ser raporê xebitîne û beriya lêkolîn bikin, malperên sazî û rêxistinên îslamî ji nêz ve şopandine, raporên der barê DAIŞ’ê hatine amadekirin xwendine.


Nazan da zanîn ku li gorî raporê kesên piştgiriyê didin DAIŞ’ê hene û bi taybet jî suniyên li Iraqê piştgirî didin DAIŞ’ê û wiha got: “DAIŞ wekî rêxistineke girêdayî El Qaîdeyê tê dîtin, bi rejîma Baas û eşîrên sunî re têkiliyên baş datînin. Li cihên ku dikeve saziyan ava dike.” Nazan bilêv kir ku li Suriyeyê jî serî li heman rêbazê didin.”


AKP û DAIŞ dişibin hev


Nazan destnîşan kir ku DAIŞ di propagandayên xwe de olê bi kar tîne û xwe wekî xelîfe dibîne û hinek aliyên AKP û DAIŞ’ê dişibin hev hene û wiha axivî: “Polîtîkayên AKP’ê yên jinan wekî dijmin dibîne heye. Heman rewş ji bo DAIŞ’ê jî derbasdar e.” Nazan anî ziman ku armanca DAIŞ’ê ji holê rakirina aştiya civakî ya Rojava ye û ji bo li Rojhilata Navîn aştî pêk were, divê DAIŞ ji holê bê rakirin.


(aw)