Heyet diçe Îmraliyê

15:12

 


JINHA


ENQERE - Li bendêne ku Heyeta Îmraliyê sibê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Bi tevlîbûna endama DOKH'ê Ceylan Bagriyanik heyet dê bi 5 kesan hevdîtinê pêk bîne.

Li bendêne ku Heyeta Îmraliyê ya berfireh sibê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Piştî Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle tevlî heyetê bû Aktîvîsta DOKH'ê Ceylan Bagriyanik jî tevlî heyetê bû. Heyeta Îmraliyê demek têkildarî hevdîtinên hikûmet, Qendîl û Îmraliyê de tu daxuyaniyan nade.

Yêkemîn heyeta çûye Girava Îmraliyê Ahmet Turk û Ayla Akat Ata bû. Ligel Heteya Îmarliyê ya niha Îdrîs Baluken, Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan, Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik cih girt, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Altan Altan û Leyla Zana jî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî demek şûnde hikûmetê Ahmet Turk, Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak a ku navê wê di nava heyetê de derbas dibû veto kirin. Hevdîtina bi du kesan dest pê kir niha derketiya 5 kesan.

Heyeta Îmraliyê herî dawî di 17'ê kanûnê de bêyî agahiya çapemeniyê pê çêbibe çûbû Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û têkildarî mijarê de tu daxuyanî nedabûn. Heyetê di 29'ê mijdarê de gotibû Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi riya heyetê "Pêşnûmeya muzakereyê" ji hikûmet û Qendîlê re pêşkêş kir. Piştre Qendîlê daxuyand ku wan pêşnûme qebûl kiriye lê hikûmetê tu daxuyanî nedan. Heyeta Îmraliyê di 22'yê kanûnê de bi Yalçin Akdogan re hevdîtin pêk anî û daxuyaniya "Serdemek nû dest pêk kir" dabû.

(zt)